Altûnişik, li ser milên jinan hate oxirkirin

Endama KJA'yê Şehrîban Altûnişik a di dema berxwedana xwerêveberiya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, li Êlihê ji aliyê jinan ve hat definkirin.

Cenazeyê endama KJA'yê Şehrîban Altûnişik a li Şirnexê hat qetilkirin, ji aliyê malabata wê ve hat wergirtin û anîn Êlihê. Di têketina bajêr de cenaze ji aliyê konveyeke bi sedan wesayîtî bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin û anîn Goristana Asriyê ya Êlihê. Li gel Hevseroka DBP'ê Sabahat Tûncel, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, parlementerên HDP'ê Saadet Becerîklî, Ayşe Acar Başaran, Mehmet Alî Aslan, Besîme Konca, Dîlek Ocalan, rêveberên DBP û HDP'ê û bi hezaran welatî beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de girse li gel zêmar û tilîliyan dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Berxwedana Şirnexê" û "Bê Serok Jiyan Nabe" berz kirin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir.

‘EZ  Ê LI SER ŞOPA KEÇA XWE BIM '

Di merasîmê de dayika Altûnişik, Turkan Altûnişik axivî û wiha got, "Şehrîban tenê ne keça min, keça Kurdistanê ye, şehîda Kurdistanê ye. Ez ê her li ser rêç û şopa keça xwe de bim û ez ê xwedî li doza wê derkevim. Ez ê ji rêça Şehrîban, şehîd û gerîlalayan qet dernekevim. Bila serê gelê Kurd, Kurdistanê û Apo sax be."

‘XWERÊVEBERÎ DEMOKRASÎ YE'

Piştî Altûnişik, Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku îlankirina xwerêveberiyê daxwazeke siyasî ye û bi vê bawer bû û bo vê li ber xwe da. Akat Ata dest nîşan kir ku wek hemû jinên KJA'yî ew jî doza rêveberiya xweser a demokratîk dike û wiha got“Xwerêveberî rêveberiyeke demokrasiyî ye."

AKAT ATA: JIN WÊ BIBIN NEFERÊN TÊKOŞÎNÊ

Akat Ata anî ziman ku bi sedan jinên Kurd wê bibin neferê vê têkoşînê û wiha axivî: "Lê me roja destpêkê got; jinên Kurd roja yekem gotin, dema wan li wê kuçeyê bi awayekjî dirêjkirî dayika Taybet dîtin, dema li Nisêbînê wan li ser mêrdewana Selameta ducanî dîtin, dema dayika me li morga Şirnexê Şehrîban tevî 50 ciwanî dît, çi hîs kiribin hîsa jina Kurd jî ew e."

‘EM BI TÎLÎLIYAN DIÇIN MIRINÊ’

Akat Ata anî ziman ku têkoşîna wan bi dawî nebûye û wê nebe jî û wiha berdewam kir: "Em ew jin in ku ne ji bo binçavkirinan, ne ji bo girtinan, di mirinê de jî tilîliyan dikêşin. Hêzên ku li hemberî me şer dikin bi vê dizanin. Niha ew hemû hêz bûn yek û li gel hev in." Akat Ata bal kişand ser yekîtiyê û wiha got, "Çawa li parlAmentoyê tên gel hev, divê hêzên li derveyî parlamentoyê jî di dema azadiya Kurdan, wekheviya Kurdan de bên gel hev. Ya ku li me dikeve jî yekîtî ye, yekparebûn e."

Piştî axaftinan cenazeyê Şehrîban ji aliyê jinan ve hat hilgirtin û bi dirûşmeyan heta gorê hat veguhestin. Di dema definkirinê de dayika Şehrîban, li tepsiyeke ku bi kesk û sor û zer xemilandî hinê çêkir. Dayika Altûnişik, hine li wêneyên Şehrîbanê kirin. Cenaze bi tilîlî û dirûşmeyan hat definkirin. Piştî definkirinê, dayika Şehriban kêliyekê gora keça xwe hembêz kir.

Merasîma cenazeyî bi duayan bi dawî bû.