Ji HPG’ê çalakiyên bi bandor: Gelek leşker-polîs hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê agahiyên têkildarî çalakiyên li Mêrdîn, Şirnex, Çewlik, Sêrt, Agirî û Colemêrgê eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê agahiyên têkildarî çalakiyên li Mêrdîn, Şirnex, Çewlik, Sêrt, Agirî û Colemêrgê eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku di çalakiya li Wanê ya ku ji aliyê hêzên gerîlayan ve hatiye lidarxistin de 6 polîs hatine kuştin, kuleya ku 5 leşker jî lê bûn bi awayekî bi bandor lê dane.
HPG’ê, têkildarî çalakiyên li Mêrdîn, Şirnex, Çewlik, Sêrt, Agirî û Colemêrgê agahî dan. Li gorî daxuayniyê, di çalakiyên gerîlayan de gelek leşker û polîs hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyan ev agahî parve kirin:
LI WANÊ ÇALAKIYA BI BANDOR
14’ê Hezîranê saet 17:00’an de konvoyek artêşa TC a li sêrêyana Peyîzava-Westan-Artemêtan a girêdayî Wanê bû hedefa gerîlayan. Di ketina Westanê di çalakiya sabotajê de wesayîta zirxî ya Akrep hate îmhakirin. Di vê çalakiyê de 6 polîsên ku di wesayîtê de bûn hatin kuştin, bi ambûlansan kuştî û birîndarên xwe rakirin Tetwan û Wanê. Ev çalakî ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Brûsk ve ji bo bîranîna gerîlayên di rojên dawî yên pêvajoyê de şehîd ketine hatiye lidarxistin.
15’ê Hezîranê saet 19:30’an de hêzên gerîlayên me li hember qereqola Sikranis a girêdayî Elbak a Wanê çalakiyek li dar xistin. Kuleya qereqolê bû hedef û bi awayekî xurt hatiye lêxistin. Di vê kuleyê de 5 leşker hebûn. Lê têkildarî kuştî û birîndarên di kuleyê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
LI MÊRDÎNÊ 8 LEŞKER BIRÎNDAR BÛN
14’ê Hezîranê saet 19:30’an, hêzên gerîlayên me li hember leşkerên ku ewlekariya bendava Ilisû ya li navçeya Kerboran a Mêrdînê ya ku hê jî çêkirina wê berdewam dike digirtin, çalakiyek li dar xistin. Çepera ku 4 leşker lê bûn, bi awayekî xurt bûye hedef. Leşkerên ji derveyî çeperan jî bi çekên nîv otomotîk bû hedef. Di vê çalakiyê de 5 jê giran 8 leşker birîndar bûn.
Çapemeniya şerê taybet têkildarî leşkerên birîndar, nûçeyên ku mîna dema ku sewqiyata leşkerî pêk dihatin di qezayekê de leşker birîndar bûne dan. Ev nûçe ji rastiyê dûr e û ti bingehê xwe yên rast nîne. Bi van nûçeyan dixwazin rastiya şer binixumînin. Ev leşker di encama çalakiya gerîlayan de birîndar bûne.
WESAYÎTA LEŞKERÎ LI SER RÊYA ŞIRNEX-CIZÎRÊ HATE RUXANDIN
15’ê Hezîranê saet 10:00’an, nêzî gundê Avgamasiya ya li ser rêya Şirnex-Cizîrê li hember konvoya artêşa TC ya ku ji bo operasyonê di nava tevgerê de bû gerîlayan çalakiyek li dar xistin. 2 wesayîtên zirxî yên tîpa Kirpî kirin hedef û bi awayekî xurt lê dan. Di encamê de wesayîtek hate îmhakirin. Di çalakiyê de têkildarî hejmara leşkerên ku di wesayîta Kîrpî ya ku hatiye îmhakirin de agahî nehatin girtin.
LI ÇEWLIKÊ LEŞKEREKÎ PAYEBILIND HATE KUŞTIN
15’ê Hezîranê saet 12:30’an yekîneyeke gerîlayên me li hember qereqola Gaz a girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê çalakiyeke sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerekî payebilind hate kuştin. Kuleyek a qereqolê jî bû hedefa hêzên gerîlayên me.
LI HEWÊL ÇALAKÎ
15’ê Hezîranê saet 17:00’an, hêzên gerîlayên me li hember qereqola Rîclek a girêdayî navçeya Hewêl a Sêrtê bi çekên nîv otomatîk û ferdî çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya ku kuştî û birîndar hebûn de jimara wan nehatin zelalkirin, artêşa TC bi tank û hewanan derdora qereqolê bombe kirin.
LI AGIRIYÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ
15’ê Hezîranê saet 23:40’ê şevê li hember xeta boriya gaza xwezayî ya Îran-Tirkiyeyê ya di navbera gundên Helacê û Neço yê girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê de çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin.
LI QILABANÊ ÇALAKIYA SEKVANIYÊ
15’ê Hezîranê saet 18:00’an de li hember leşkerên li Girê Kuroşîno yên li ser sînorê navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyeke sekvaniyê hate lidarxistin. Encama vê çalakiyê nehat zelalkirin.
14’ê Hezîranê qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê herêma Geliyê Avaşîn, qûntara girê Şehîd Faraşîn û devera Dola Bira bi obus û hewanan bombe kirin. Di heman rojê de saet di navbera 17:00-17:30’an de Girê Şehîd Faraşîn û Girê Şehîd Ekîn, qûntarê Girê Şehîd Dîren bi obus û hewan hatin bombekirin. Li ser herêmê re jî teverên zêde yên pêgerên keşfê hene.