Li Serayê ji bo keyetiyan qayûm hatin wezîfedarkirin

Li Wanê Qeymeqamê Serayê, keyeyên ku beşdarî aktivîteyên şaredariyên HDP’ê û DBP’ê bibûn ji peywirê hatin dûrxistin.

Piştî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li Serayê ji mûxtaran re civîn çêkir û şûn de, operasyonên der barê keyeyan de jî dewam dikin. Keyeyên ku sîxûriyê napejirînin ji peywirê tên danîn, keyeyên ku beşdarî aktivîteyên berê yên Newrozê yên di pêşengtiya şaredariyên HDP’ê û DBP’ê bibûn di hedefa hikûmetê de ne.

Qeymeqamê Sarayê yê ku bi hinceta cerdevan beşdarî aktîvîteyên HDP’ê bibûn ji peywira hatin dûrxistin, vê carê dor hate keyeyan.

NE LI GORÎ YASAYAN E

Qeymeqamtiyê, keyeyê Taxa Navendê Cemal Taygûn, keyeyê Taxa Guneyyamaçê Zekeriya Îstemîş û keyeyê Taxa Elmaylayê Şevket Şahîn ji peywirê dûr xistin.

Ji Keyeyan Îstemîş û Şahîn nerazîbûn nîşanî biryarê dan.

Her wiha ji derveyî qanûnan, li şûna ku namzetê yekem bê hilbijartin, namzetên di rêza 5,6 û 8’an de weke keye hatin wezîfedarkirin.