Li Xurmatûyê 3 gund hatin rizgarkirin
Hêzên pêşmerge û Heşd El Şeebî bi operasyoneke hevbeş her sê gundên Bîr Ehmed, Ebûd û Zencelî yên şevê din ketin destê çeteyên DAIŞ'ê, rizgar kirin.
Hêzên pêşmerge û Heşd El Şeebî bi operasyoneke hevbeş her sê gundên Bîr Ehmed, Ebûd û Zencelî yên şevê din ketin destê çeteyên DAIŞ'ê, rizgar kirin.
Şevê din li gundên sînorê rojavayê navçeya Xurmatû ya ser bi Selahaddîn ve, bi hêzên Iraqê ve bombeyekî hatî danîn teqiya.
Piştî hêzên polîsan ji bo teqwiyê çûn cihê bûyerê, ketin kemîna çeteyên DAIŞ’ê û li herêmê şer rû da.
Her wiha her sê gundên Bîr Ehmed, Ebûd û Zencelîş ên girêdayî Xurmatû jî ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê.
Hêzên pêşmerge û Heşd El Şeebî bi operasyoneke hevbeş her sê gund rizgar kirin.