BI DÎMEN

'Êrîş, ji bo nixumandina sûcên şer dewam dikin'

Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl nerazîbûn nîşanî êrîşên li Nisêbînê dan û diyar kirin, ev êrîş ji bo nixumandina sûcên şer ên li Nisêbînê hatine kirin, dewam dikin.

Tevî ku hêzên YPS'ê bi daxuyaniyekê ragihand wan hêzên xwe ji Nisêbînê vekişandine, êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên giran dewam dikin. Bi hezaran sivîlên li Nisêbînê dijîn, bi gefa komkujiyê re rû bi rû ne. Nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD), Egîtîm Sen û Odeya Tabîban a Mêrdînê xwestin, êrîşên dewletê bi dawî bibin û heyetên serbixwe li herêmê lêkolînan bikin.

Ji nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Mêrdînê parêzer Erdal Kûzû, parêzer Aslan Orman, Bêrîvan Tûncer û Kadrî Baysal, êrîşên dewletê yên hînê dewam dikin, ji ANF'ê re nirxandin.

'DIVÊ QEDEXE BÊ RAKIRIN, YÊN SÛCÊ ŞER KIRINE BÊN DARIZANDIN'

PARÊZER ERDAL KÛZÛ - SEROKÊ ŞAXÊ ÎHD'Ê YÊ MÊRDÎNÊ: Weke ÎHD'ê me dan xuyakirin, ku divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin. Lê belê em dibînin, dewlet bi polîtîkayeke neaqilan e, şer ferz dike. Em hemû dizanin, ji holê rakirina bajaran, meşandina şer li bajaran, bi kêrî civakê yan jî çareseriya vê pirsgirêkê nayê. Li Nisêbînê, piştî ku hêzên çekdar ên şer dikirin dan xuyakirin, ku wan xwe ji Nisêbînê vekişandine, diviyabû qedexe derhal bihata rakirin û êrîş bi dawî bûna. Lê belê qedexe û êrîş heta îro dewam dikin. Hinceta ewlekariyê ku ji bo vê rewşê tê nîşandan, rast nîne. Ji xwe ji destpêkê ve me gotibûn, qedexeya derketina derve neqanûnî ye. Piştî daxuyaniya YPS'ê divê qedexeya li Nisêbînê demildest were rakirin û heyetên serbixwe bi lezgînî biçin Nisêbînê û lêkolînan bikin. Ji bo raya giştî zanibe çi qewimiye, divê ev qadên şer vekirî bin. Pêwîste hemû binpêkirinên mafên mirovan ên li Nisêbînê hatine kirin bên nîaşndan û raya giştî were agahdarkirin. Li şûna derxistina qanûnên ku kiryarên sûcên şer diparêze, divê pêşî li darizandina kiryaran were vekirein. Ev qedexeya ku bi ti awayî neqanûnî ye, derhal were rakirin. Dewamkirina vê qedexeyê tê wateya hewldana ji bo nixumandina sûcên şer û ji holê rakirina delîlan e.

'ARMANCA; NIXUMANDINA SÛCÊ ŞER E'

PARÊZER ASLAN ORMAN - NÛNERÊ KOMELEYA HIQÛQNASÊN MEZOPOTAMYAYÊ: Ji 14'ê Adarê û vir ve li Nisêbînê derketina derve qedexe ye û êrîş tên kirin. Cihê vê qedexeyê û êrîşan di nava mirovahiyê û hiqûqê de nîne. Li van qadên şer du wezîfeyên me hiqûqnasan hene; ya yekemîn wezîfeya proaktîf, ya duyemîn jî bilêvkirina nehiqûqiya vê qedexeyê û hewldana ji bo rakirina vê qedexeyê ye. Lê belê dewlet bi temamî li dijî vê derket û ev qedexe ev sê meh in dewam dike. Hêzên YPS'ê ji raya giştî re eşkere kir, ku şer hatiye qedandin. Piştî vê daxuyaniyê diviyabû dewletê dawî li êrîş û qedexeyê baniya. Ji bo tespîtkirina binpêkirinên mafên mirovan, divê hêzên dewletê êrîşên xwe biqedîne û qedexeyê rake.
Hêzên dewletê îdîa dikin ku li vir ewlehî ne li cih e, lê yekane hêza ku ewlehiyê xira dikin, hildiweşînin, hêzên dewletê bi xwe ne. Li ser vî esasî, ji ber dixwazin sûcên xwe binixumînin, qedexe û êrîşan bi dawî nakin.

‘BINPÊKIRINÊN CÎDÎ YÊN TENDURISTIYÊ HENE, DIVÊ HÊZÊN DEWLETÊ VEKIŞIN’

Berîvan Tûncel-Hevseroka Odeya Tabîban a Mêrdînê: Em wek Odeya Tabîba a Mêrdînê, em baş dizanin ku mafê tenduristiyê mafê herî bingehîn e. Di domaniya qedexeyên kolanan û êrîşan ên ku 3 mehan li navçeya Nisêbînê dewam kirin de binpêkirinên gelek cîdî yên tenduristî û mafên mirovan çêbûn. Tevî hêzên YPS’ê dan xuyakirin ku xwe ji Nisêbînê dikşînin jî hê jî em dibînin qedexe û êrîş didomin. Ev dorpêçek e, divê ev dorpêç bêne rakirin. Di mehên havînê de mirov pêdiviya xwe hê zêdetir bi avê heye, rîska nexweşiyên belav dibin zêde dibe, ji ber vê jî pêwîst e demildest dorpêça Nisêbînê rabe û pêdiviyên bingehîn ên mirovî bi cih werin.

‘SÛCÊN ŞER ÊN WEK SÛR Û CIZÎRÊ DIXWAZIN BINUXUMÎNIN’ 

Kadrî Baysal- Nûnerê Egîtîm-Senê yên Mêrdînê: Armanca êrîşên li Nisêbînê, wek avakirina hizûra gel hat eşkerekirin. Lê, di vê rewşê de tablo berevajî ye, hizûra gel xira dikin. Nisêbîn hate şewitandin, hilweşandin û ewlehiya canê ti mirovî neman. Nêzî 2 hefteyan e, hêzên YPS’ê dan xuyakirin ku xwe kişandine, lê hê jî êrîş û hilweşînên dewam dikin ji milekî din armanca xwe danîne holê ku armanca wan ne avakirina hizûr û ewlehiya mirovan e. Dewamkirina van qedexe û êrîşan nixumandina sûcên şer in. Di dîmenên hatine weşandin de derketiya holê ku ji 3’yan duduyê Nisêbînê hatiye hilweşandin, jiyangehên mirovan hatine tinekirin. Me bihîst ku derdora qadên ku hilweşîn çêbûne û nêzî 6 taxan in, bi têlan hatine girtin. Girtina vê derê, hewldanan nixumandina sûcên şer in. Tê fêmkirin ku bûyerên li Sûr û Cizîrê, li Nisêbînê jî pêk hatine. Em ji sazî û dezgehên navneteweyî daxwaz dikin ku werin Nisêbînê û sûcên şer di cih de lêbikolin.