Coşkûn: Neçareseriyê Tirkiye li Rojhilata Navîn xitimand
Ji Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkûn diyar kir, neçareserkirinan pirsgirêka Kurd Tirkiye li Rojhilata Navîn xitimand û destnîşan kir, ku bêyî Kurdan hevsengiyên herêmê nikarin bên rûniştandin.
Ji Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkûn diyar kir, neçareserkirinan pirsgirêka Kurd Tirkiye li Rojhilata Navîn xitimand û destnîşan kir, ku bêyî Kurdan hevsengiyên herêmê nikarin bên rûniştandin.
Ji Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkûn diyar kir, neçareserkirinan pirsgirêka Kurd Tirkiye li Rojhilata Navîn xitimand û destnîşan kir, ku bêyî Kurdan hevsengiyên herêmê nikarin bên rûniştandin.
Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkûn li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Coşkûn da xuyakirin, ku sîstema sed salî ya li Rojhilata Navîn di vê demê de diheje û got, "Ev yek ne tenê ji ber Kurdan e. Lê belê weke gel, Kurd di navenda vê guhertinê de cih digire. Bi taybetî, hevsengiyên li Iraq û Sûriyeyê guherîne. Li van her du cihan tevlîheviyeke mezin heye. Sînorên navbera van her du welatan bi temamî rabûne û rewşeke ne diyar li holê heye. Ev yek rewşa Kurdên li Iraq û Sûriyeyê ji nêz ve eledar dike.
Coşkûn diyar kir, polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê şaş e û di heman demê de rewşa li Rojavayê Kurdistanê jî şaş xwendiye.
Coşkûn got, "Tirkiyeyê, li Kurdistana Sûriyeyê avabûna xeteke Kurd li hemberî xwe weke xeteriyekê dît û siyaseta xwe li gorî vê ava kir. Bi dîtina min, ev yek şaş e. Avabûna sîstemeke Kurd a li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne gefek e, berevajî firsendek e. Li nava Tirkiyeyê, di 'Pêvajoya Çareseriyê' têk çû û pêvajoya şer ji nû ve destpê kir. Vê yekê hem zerara da aramiya aboriyê û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, hem jî li Rojhilata Navîn Tirkiye xitimand. Ev rewş, hem li derve hem jî li hundir Tirkiyeyê qels dike."
'TIRKIYE BI VÎ RENGÎ NIKARE BI PÊŞ DE BIÇE'
Vahap Coşkûn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser 'pêvajoya çareseriyê' ya bi ser nehat xistin û got, "Eger me karîbûna ev pêvajo bi çareseriyeke demokratîk bi encam bikira, hem Kurd wê bi mafên xwe bijiyan, hem jî ji bo pêşvebirina pîvanên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê wê bingehek xurt ava bûya. Lê belê niha şer heye û di vê pêvajoya şer de, ne bawerim Tirkiye bi pêş de biçe. Divê derhal li rêyên siyasî vegere."
'PÊWÎSTE PÊŞÎ LI KURDAN BÊ VEKIRIN'
Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkûn da xuyakirin, ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd ji siyasetê derbas dibe û got, "'Pêvajoya çareseriyê' ya di sala 2013'an de destpê kir û 2.5 salan dewam kir, ji aliyê civakî ve piştgirî dîtibû. Mixabin bi pêvajoya şer re ew destketî hemû ji holê rabûn. Em di demeke tevlîheviyê de ne. Di vê pêvajoyê de mirov nikarin qala siyasetê û sîstemeke demokratîk bikin. Şerê 30 salên dawî ev nîşanî me da; ev şer bi kêrî kesî nayê. Pêwîste rêya siyasetê bê vekirin. Divê pêşî li Kurdan were vekirin ku karibin bi rengekî demokratîk siyasetê bikin."