Ji bo Rojava ya bi sed hezaran penaber hewandî ye, alîkarî nîne
Bi sed hezaran mirovên ji şerê li Sûriyeyê û hovîtiya DAIŞ'ê reviyan e, xwe li Rojava girtine. Rojava hewl dide bi derfetên xwe vî barî rake.
Bi sed hezaran mirovên ji şerê li Sûriyeyê û hovîtiya DAIŞ'ê reviyan e, xwe li Rojava girtine. Rojava hewl dide bi derfetên xwe vî barî rake.
Di nava şer û krîza 5 salan a Sûriyeyê de, tevî hemû êrîş û ambargoyên aboriyê, yekane cihê herî aram Rojavayê Kurdistanê ye. Herikîna koçberan a ber bi vê herêma ewle ve dewam dike.
Koçberên ji herêmên çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê direvin xwe li Rojavayê Kurdistanê digirin. Her wiha ji Mûsil û gelek herêmên din ên Iraqê jî penaberan berê xwe dane Rojava. Rojava jî hewl dide bi derfetên xwe yên kêm van penaberan bihewîne û bersivê bide pêdiviyên wan.
Li wargehên ji bo koçberan hatine amadekirin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava hewl dide bersivê ji pêdiviyên stargeh, av û xwarinê re bide. Li şeş kampên sê Kantonan, bi deh hezaran penaber dijîn û ev hejmar roj bi roj zêde dibe.
Bi taybetî ji herêma Şehba, Heleb û Mûsilê rojane mirov koçî Rojavayê Kurdistanê dike. Lê belê Rojava ya ku hewl dide van penaberan bi derfetên xwe vehewîne, bi tenê tê hiştin.
Ewropa ya ku ji bo koçberan bi mîlyonan alîkariyê dide Tirkiyeyê, di vî warî de Rojava ya di bin ambargoyê de ye ji nedîtî ve tê. Tevî hemû serlêdanan, saziyên li qada navneteweyî yên ji bo penaberan dixebitin, bêdeng in.
Yek ji şeş kampên li Rojavayê Kurdistanê kampa Holê ye. Rêveberên Xweseriya Demokratîk qala pirsgirêk û pêdiviyên koçberan kirin.
LI ŞEŞ KAMPAN ZÊDEYÎ 40 HEZAR PENABER DIJÎN
Ji ber kiryarên ne exlaqî û ne însanî yên çeteyên DAIŞ'ê û Koalîsyona Sûriyeyê, zêdeyî 800 hezar koçberan koçî kantonên Rojava kirin. Ev hejmar roj bi roj zêde dibe. Koçber bi derfetên xwe li Rojava mal kirê kirine yan jî li cem xizmên xwe bi cih bûne. Yên derfetên xwe nînin jî li kampên ji aiyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatine amadekirin, tên bicihkirin. Li van kampan niha zêdeyî 40 hezar mirov dijîn û beşeke mezin a ji van koçberan ji herêma Şehbayê û herêmên din ên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ne, hatine.
Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berakat bibîr xist, ku Rojava êrîşên çeteyan şikandiye û piştî ku bû xwedî sîstemeke ewle, gelên Rojava li cih û warên xwe vegeriyan e. Berakat got, "Ji herêmên din ên Sûriyeyê mirov koç dikin. Koçber berê xwe didin cihên ewle û aram. Hejmareke zêde koçî kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê dikin. Em jî hewl didin bersivê bidin pêdiviyên wan û jiyana wan ewle dikin."
HERÎ ZÊDE KOÇÎ KANTONA EFRÎNÊ DIKIN
Koça herî zêde ji herêma Şehbayê tê kirin. Bi sed hezaran mirovan berê xwe dan Kantona Efrînê. Li gorî lêkolînek di meha bihurî de li kampa Rûbarê ya li Kantona Efrînê hat kirin, li vê kampê zêdeyî 30 hezar koçber dijîn. Ji ber rewşa li herema Şehbayê ev hejmar kêlî bi kêlî zêde dibe.
Li kampa Miştenûrê ya Kobanê jî, niha bi giranî welatiyên ji Reqqa, Minbic, Cerablûs û Şamê hatine dijîn.
Enndama Desteya Karên Deve ya Kantona Cizîrê Sena Deha da zanîn, bi qewimînên li Babê û Şehbayê re pêla koçberiyê zêde bûye û weke Rêvebeirya Xweser a Rojava ew hewl didin ji koçberan re bibin bersiv.
4 JI KAMPAN LI KANTONA CIZÎRÊ NE
Ji 6 kampên li Rojavayê Kurdistanê, 4 jê li Kantona Cizîrê ne.
Piştî ku PDK'ê deriyên xwe li koçberên li Iraqê girtin, bi sed hezaran berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Li ser vê yekê di 21'ê Nîsana 2016'an de kampa Holê hat vekirin û niha zêdeyî 5 hezar kes lê dijîn. Bi koça ji Mûsilê ve ev hejmar zêde dibe. Wekî din li Kampa Rojava ya li Kantona Cizîrê ye, penaberên ji Iraqê hatine bicihkirin.
Li Kampa Newrozê ya li Kantona Cizîrê malbatên Êzidî yên di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê PDK'ê ve di nava lepên DAIŞ'ê de hatin hiştin, hatine bicihkirin. Li vê kampê niha 3 hezar 400 kes dijîn.
Kampa Mebrûka ya bi 40 kîlometreyan li rojavayê Serêkaniyê yê Kantona Cizîrê ye, di 25'ê Gulanê de hat vekirin. Li vê kampê piraniya wan ji Reqqayê zêdeyî 300 kes dijîn.
'TEVÎ HEMÛ SERLÊDANAN JÎ ALÎKARÎ NAYÊ DAYÎN'
Endamê Desteya Karên Hundir a Civakî ya Kantona Cizîrê Mahmût Karo da zanîn, niha li Sûriyeyê cihê jiyan lê heye û ewle ye Rojava ye, lewma koçber berê xwe didin vê derê. Karo got, "Em jî hewl didin bersivê bidin pêdiviyên mirovên li vê derê. Lê belê ji ber ku derfetên me kêm in, bi qasî em dixwazin nikarin xizmetê bidin. Jİ ber ku li xaka Rojava hînê şer dewam dike û ambargo li ser heye. Tevî vê yekê jî em karên xwe didomînin.
Li kampên me, herî zêde pêwîstî bi av, xwarin û kelûmelên tenduristiyê heye. Ji ber şert û mercên em tê de ne, herçend em hewl didin bersivê bidin pêdiviyên gelê xwe jî, di warê peydakirinê de pirsgirêk derdikevin pêşiya me. Hemû dewletên li qada navneteweyî, ji bo koçberan alîkariyeke gelekî zêde didin Tirkiyeyê. Lê belê, encex yek ji deh parên alîkariya ji Tirkiyeyê re diçe, ji wan re tê dayîn."
Endama Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Sena Deha ragihand, ji bo sererastkirina mercên jiyanê yên penaberan derfetên wan ên aboriyê têrê nake û bibîr xist, ku wan daxwaza alîkariyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirine. Deha got, "Ambargo li ser me heye. Deriyê Sêmalka girtî ye, sînorên Tirkiyeyê girtî ne. Eger zehmetiyê dikişînin ku kelûmelên alîkariyê ji ber van şertan bigihînin me, hingî dikarin ji aliyê fînansî ve alîkariyê bidin me. Me ev daxwaza xwe ji rayedarên Neteweyên Yekbûyî re ragihandin. Lê belê di vê mijarê de alîkariya em li bendê bûn nehat dayîn.
Weke ku tê zanîn, em di demsala havînê de ne. Pêkane gelek nexweşî der bibin. Û dermanên li ber destê me jî li ber qedandinê ne. Ji ber vê yekê em cang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariya însanî dikin, ku derhal bikevin nava tevgerê."