Ji bo mala şînê ya ji bo Şehîd Serbest Zagros ziyareta girseyî
PYD, Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, Rêxistina Bajarê Hewlêrê ya Tevgera Azadî bi awayekî girseyî çûn sersaxiya şervanê YPG’ê Serbest Zagros ê ku li Rojava şehîd ketibû.
PYD, Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, Rêxistina Bajarê Hewlêrê ya Tevgera Azadî bi awayekî girseyî çûn sersaxiya şervanê YPG’ê Serbest Zagros ê ku li Rojava şehîd ketibû.
Serbest Zagros (Aşna Xalit) ku di nav refên YPG’ê de, 11’ê Hezîranê dema ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirî şehîd ket û li Kerkûkê hate veşartin, PYD, Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, Rêxistina Bajarê Hewlêrê yê Tevgera Azadî bi awayekî girseyî serî dan mala serxweşiyê ya ku li taxa Derwaze ya li Kerkûkê.
Girseya ku bi dirûşmeyên ‘’Şehîd Namirin’’ ber bi konê serxweşiyê ve çûyî, ji hêla malbata Şehîd Serbest ve hate pêşwazîkirin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê, axaftin hatin kirin.
‘’ŞEHÎD SERBEST BÛ YEK JI REMZA GELA ME’’
Li serxweşîdayinê Abdullah Ramazan ê ku li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê axivî, piştî ku li ser navê saziyê serxweşî da, wiha domand: “Em wek gel, heya hilma xwe ya dawî em ê li pey şopa şehîdên xwe bin. Ş. Serbest jî bû yek ji wan hevreyên me yên sembol ku sînorên li naverasta Kurdistanê hatine danîn, red kiriye û ji bo ku van sînoran rake canê xwe kiriye gorî. Îro, em bi zelalî dibînin ku li çar parçeyên Kurdistanê ciwan bi hev re, li kîjan beşê Kurdistanê be, li dijî destkeftiyên gelê Kurd êrîş hebe, li wir, li eniya berxwedanê, heta bi gulleya dawî şerê xwe dikin. Ev tê wê wateyê ku êdî em bûne yek û dijminên me têk çûne.’’
Piştre, Mihemed Gabar ê ku li ser navê Malbatên Şehîdên Başûrê Kurdistanê yên PKK’ê axivî, bal kişand ser vê yekê yê ku îro gelê Kurd eger li bin heman banî tîne gel hev, bi saya xwîna şehîdan e û bi berdewamî ev anîn ziman: ‘’Di serî de, serê malbata me ya qedirbilind sax be. Dîsa, ez xêrhatinê li hemû mêvanan dikim, ku ji dûr ve hatine. Îro ya ku em li bin heman banî gihandine hev û anîne gel hev ked û xwîna şehîdên me ne. Em jî wekî gel divê xwedî li vê ked û xwînê derkevin.’’
‘’EZ BI KURÊ XWE SERFIRAZ IM’’
Dayika Şehîd Serbest Zagros, Emîne Mihemed, di serî de malavayî li wan kesan kir ku serxweşî dane wan û îro ew tenê nehiştine, piştî ku diyar kir ew bi şehîdên xwe serfiraz in, bi berdewamî ev bi lêv kir: ‘’Destpêkê ez xêrhatinê li we mêvanê ezîz û dilovan dikim. Bê şik ev ne şehîdê pêşî û ne jî yê dawî yê gelê Kurd e. Em, wekî malbata Ş. Serbest, ji bo ku di rêkeke ev çend rûmetdar de şehîd ketiye, em bi kurê xwe serfiraz û şanaz in. Hêvîdar im ku Kurdistan wê bi xêra şehîdên me azad bibe. Li ser vî bingehî ez dibêjim ku em ê heya dawiyê li pey şehîdên xwe bin.’’
Li serxweşîdayinê, nûnerê PYD’ê Mustafa Şêran diyar kir ku Kurd di pêvajoyeke pir girîng re derbas dibin û li hemû parçeyên Kurdistanê qedera Kurdan girêdayî hev e û wiha pê de çû: ‘’Di serî de, di şexsê Ş.Serbest de ez hemû şehîdên Kurdistanê ku têkoşîna azadiyê de canê xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr tînim. Ş. Serbest ji Kerkûkê bi rê ket û çû Rojava ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bike û li wir dastaneke lehengiyê nivîsand. Ev peywir a lehengan e ku tenê ew dikarin vê pêk bînin. Li ber we malbatên şehîdan ên qedirbilind em careke din sond dixwin, heya ku xwîn di canê me de heye, em ê li wan xwedî derkevin.’’
Herî dawî jî Semîra Mehmûd ku li ser navê Rêxistina Bajarê Hewlerê, Tevgera Azadî got, gelê Kurd di vê sedsalê de bi têkoşîna xwe destan nivîsîn û ev gotin: ‘’Gelê me, di sedsala bihurî de her dem li dijî mêtingeriyê têkoşiya û pergala Sykes-Pîcot a komkujiyê pûç kir. Şehîdbûna Ş. Serbest a li Rojava, nîşan dide ku ew proje têk çûye û ti wateya xwe nemaye.’’
Piştî axaftinan, girseya ku serxweşî dayî malbatê ji konê serxweşîdayinê veqetiyan û konê ku ev 3 roj bûn hatibû danîn, hate rakirin.