Berdevkê YBŞ'ê: Li geliyê Şîlo tenê hêzên me hene

Berdevkê YBŞ'ê Xebat Şengalî ragihand, ji derveyî hêzên wan ti hêz li Geliyê Şîlo nîne û tekane hêza ku bi bêderfetî li hemberî çeteyan şer dike û DAIŞ’ê dişikîne tenê YBŞ’e ye.

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Xebat Şengalî li ser rewşa Şengalê bi taybetî li ser rewşa dawî ya Geliyê Şîlo ji ANF'ê re axivî.

Xebat Şengalî destnîşan kir, di nava hêzên ku Şengalê diparêzin û têdikoşin de tekane hêza bi çekên ferdî, bê derfet, bê ku çekên giran hebin, bê ku piştigîr ji balafirên koalîsyonê bigire li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dike, tenê hêza YBŞ/YJŞ'ê ye.

Şengalî ragihand, piştî meha Adara 2016’an hêzên YBŞ/YJŞ`ê gavên hîn mezintir avêtin û li aliyê Geliyê Şîlo gundê Îmcirês û Medîban hatin rizgarkirin. Şengalî got: "Yê ku li Şengalê di çeperan de li ber xwe dide tenê hêzên me bû. Ji derveyî hêza me ti hêzên din beşdarî rizgarkirina van gundan nebûn. Ji ber ku ev gund û Geliyê Şîlo (Geliyê şehîdan) cihekî stratejîk e, di vê dema dawî de bi giştî 7 êrîşên çeteyan lê hat kirin. Armanca çeteyan ew bû careke din vê xeta gelî bigirin. Lê belê hemû êrîşên çeteyan hatin şikandin. Di encama van êrîşan de zêdeyî 200 çete hatin kuştin. Cenazeyê bi dehan çeteyan ketin destê me û gelek cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin."

'JI BILÎ HÊZÊN ME, TI HÊZ LI GELIYÊ ŞÎLO NÎNE'

Şengalî bersiv da da gotinên hinek kesên di vê demê de bi taybetî li ser Geliyê Şîlo belav dike û got, "Hin kes di vê dema dawî de mîna rojên fermanê ketine nava panîkek mezin û wan rojan dijîn. Ew kesên van gotinên wisa dibêjin mîna DAIŞ`ê ne û ti cudahiya wan ji çeteyan nîne. Armanca van kesan ew e, YBŞ'ê di nava gel de reş bikin û tevlîheviyê derxin. Êdî gelê me gihiştiye wê qenetê û biryarê ku baweriya xwe bi gotinên wisa vala nayne."

Şengalî got: "Bila her hêz û alî bizanin jî derveyî hêzên me YBŞ û YJŞ’ê ti hêzên din li geliyê Şilo nîne û yên gelî û rojavayê çiyayê Şengalê diparêze tenê em in."

'EM PARÊZVANÊN HEMÛ HERÊMÊ NE'

Şengalî wiha axaftina xwe dewam kir: "Hêzên me amade ne ji bo rizgarkirina her bostek axa Êzidîxanê xwîna xwe bide û ti carî wê paş de venekişin. Heta yek şervanên me hebe û noqtek xwîn di laşê me de hebe, em ê ji bo rizgarkirina axa xwe û gelê xwe li ber xwe bidin. Bila her hêz û alî bizanibin em hêzek in ku ne tenê Şengalê û çiyayê wê em parêzvanên hemû herêmê ne."

'EM HÊVÎDAR IN WÊ NY DI DEMEKE NÊZ DE FERMANA 73 WEKE QIRKIRINÊ BINASE'

Şengalî bal kişand ser rapora ku ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) li ser civaka Êzidî pêşkêş kir û got got: "Gelê me di merheleyek dîrokî re derbas dibe. Îro li çiyayê Şengalê gelê me li hemberî dijminê mirovahiyê şer dike. Di rapora NY ya li ser fermana 73'an de tê ragihandin ku wê ev ferman weke qirkirina li Ermenî û Yahûdiyan hatiye kirin, li NY bê naskirin. Ji bo vê hêviya me û gelê me heye ku ev gav demek beriya demekê bikeve pratîkê. Em spasiya rapora NY dikin ku ev ferman û komkujiyên ser gelê me ditî."

Şengalî rizgarkirina Fellûceyê ji aliyê artêşa Iraqê û Heşbî El-Şeebî ve pîroz kir û wiha pêde çû: "Rizgarkirina Fellûce ji bo artêşa Iraqê serketinek mezin e. Ji ber ku ji 2014'an ve çi hêzê ku xwe li Fellûce ceribandî nikarîbûn rizgar bikin. Lê artêşa Iraqê ev serketina bi dest xist. Hêviya me ew e ku serketina Fellûceyê ne tenê di Fellûceyê bimîne. Tevahiya axa Iraqê di demeke kurt de ji çeteyên DAIŞ`ê were rizgarkirin. Carek din weke Yekîniyên Berxwedana Şengalê em vê serketina artêşa Iraqê pîroz dikin'

BANGA VEGERA LI ÊZÎDXANÊ

Berdevkê Fermî yê YBŞ’ê Xebat Şengalî di dawiya axaftina xwe de ev banga kir: "Her kesê ku xwe wek parêzvanê mafên mirovan bi nav dike, bila xwedî li berxwedana di roja me ya îro de li Kurdistanê tê meşandin derkeve. Her wisa em bang li tevahiya civaka xwe dikin ku li cih û warên xwe, li Êzîdxana pîroz vegerin."

...