18 cerdevanên nexwestin biçin nobeda li Tendurekê, çeka dewletê danîn
18 cerdevanên li gundê Avesor ê ser bi navçeya Wan Ebexê, ne xwestin li Çiyayê Tendurekê nobedê bigirin û çeka dewletê danîn.
18 cerdevanên li gundê Avesor ê ser bi navçeya Wan Ebexê, ne xwestin li Çiyayê Tendurekê nobedê bigirin û çeka dewletê danîn.
Li gorî agahiyên ji cerdevanekî nexwest navê xwe eşkere bike hat wergirtin, têkildarî şer û şewitandina wesayîtan a li ser rêya bejahî ya Ebex-Tendurekê, Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê bi cerdevanên li herêmê re civînek lidar xist. Fermandarê Jendermeyan ê Navçeyê di vê civînê de hin biryarên nû ji cerdevanan re ragihand û ferman da wan. Hat ragihandin, Fermandarê Jendermeyan ji cerdevanan re gotiye, "Êdî ti tişt mîna berê nîne û serdemeke nû destpê kiriye". Navborî her wiha ji cerdevanan re ragihandiye ku wê êdî cerdevan ji neçarî li herêmên bûyer lê diqewimin nobedê bigirin.
Li ser vê yekê 18 cerdevanan dan xuyakirin, ku ew ê bi tenê li gundê xwe nobedê bigirin, nabe ku nobeda li cihekî din li ser wan bê ferzkirin, naxwe ew ê îstifa bikin. Fermandarê Jendermeyan nerazîbûn nîşanî vê helwesta cerdevanan da û ji wan re got, "Dewleta me bi trîlyonan pere dide we. Hûn neçar in vê nobedê bigirin." 18 cerdevanan jî li ser vê yekê serî li Fermandariya Tûgaya Wanê dan û daxwaznameya îstifayê radestî fermandariyê kirin.
Derbasoka Tendurekê jî, ku cerdevanan nexwestin nobedê lê bigirin, li çûn û hatinê hat girtin. Şêniyên herêmê nerazîbûn nîşanî vê derbasoka navbera Bazîd û Wanê dan.