Meclîsa Siyasî ya Minbicê dest bi karê rêxistinbûnê kir
Li herêmên Minbicê yên ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin, tevî operasyona rizgarkirinê Meclîsa Siyasî ya Minbicê jî xebatên xwe yên rêxistinbûnê dimeşîne. Ev karê meclîsê ji aliyê gel ve bi baldarî tê şopandin.
SÎNAN DENÎZ
MINBIC
duşem, 20 pûşperê 2016, 08:06
Meclîsa Siyasî ya Minbicê, ku ji Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkezên ji Minbicê yên ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyan hat avakirin û di 5'ê Nîsana 2016'an de li bajarokê Sirînê yê Kobanê hat ragihandin, li xaka xwe ya du sal û nîv e bi hesreta wê ye, vedigere.
Hevseroka Meclîsa Siyasî ya Minbicê Sozdar Xalid ji Minbicê ye. Xalid di sala 2013'an de ji bo ji komkujiyên ji aliyê çeteyên El Nûsra ve tên kirin xwe xelas bike, neçar ma bajarê lê ji dayik bû û mezin bû biterikîne. Malbata Xalid neçar ma derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Xalid malbata xwe li wir hişt û piştî salekê vegeriya Kobanê.
Meclîsa Siyasî ya Minbicê çawa û ji ber çi ava bû?
Meclîsa Minbicê li ser banga gelê Minbicê ava bû. Ewilî, di çarçoveya pêwîstiyan de meclîsa leşkerî hat ragihandin. Dûre Meclîsa Siyasî hat îlankirin. Di pêncê Nîsanê de li bajarokê Sirînê yê Kobanê hat ragihandin.
Ragihandina Meclîsê di demeke gelekî hesas de pêk hat. Beşek ji gelê Minbicê bi qasî du sal û nîvan li nava bajêr ma û zilm dît. Beşek ji wan jî neçar ma xaka xwe biterikîne. Lê hemû bi hesreta axa xwe bûn. Ji ber vê pêwîstiyê meclîs ava bû. Bi beşdariya hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Tirkmen ên li Minbicê ava bû.
Dema pêvajoya jê re digotin 'Bihara Ereb' destpê kir, Minbic di destê rejîma Esad de bû. Dûre ket bin kontrola artêşa azad. Di vê demê de 77 tabûrên leşkerî li Minbicê hatin dîtin. Van hêzan hewl dan bi rejîmeek Îslamî her kesî li gorî xwe bi rê ve bibin, bi rêxistin bikin. Li cihekî ewqas hêzê hene, gel dieciqe. El Nûsra ya ku sûd ji vê rewşa kaosê wergirt, li bajêr serdest bû. Bajar ji destê El Nûsra ket nava lepên çeteyên DAIŞ'ê. Ev du sal û nîv in bajar di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ye. Di vê demê de çeteyên DAIŞ'ê ji zarok heta mirovên temendirêj, zilm li her kesî kir. Îşkence li her kesî hat kirin. Ji jêkirina destê zarokan heta li xwekirina kincên reş û recmkirina jinan, sîstemeke ji zilmê hat avakirin.
Piştre mijara rizgarkirina Minbicê ket rojevê. Piştî rizgarkirina bajêr ji aliyê leşkerî ve, mijara birêxistinkirina civakê û bersivdayîna li pêdiviyên mirovan ket rojevê. Û pêwîstiya bi avakirina meclîseke siyasî derket holê.
Li van qadên hatin azadkirin, rewşa gel çawa ye, pêwîstî bi çi heye?
Meclîsa Siyasî ya Minbicê li derveyî Minbicê li bajarokê Sirînê ava bû û ev yek ji neçarî bû. Lê belê berê xwe timî li xaka Minbicê bû. Ji ber vê yekê, bi destpêkirina operasyonê re me jî berê xwe dan qadên hatine azadkirin. Me hem navenda xwe derbasî van herêman kirin, hem jî me dest bi lêkolînkirina rewşa gel kirin. Ji xwarinê heta xizmeta tenduristiyê, me dest bi dayîna alîkariyê kirin. Di vê mijarê de Kantona Kobanê ku pêwîstiya wê bi xwe bi alîkariyê heye, gelekî destek kir. Bersiv da pêdiviyên me. Ji pêwîstiyên sereke yên gelê li vir nan û mazot e. Di dema DAIŞ'ê de jiyana gelê li vir gelekî zehmet bû. Bi zorê nan bi dest dixist. Buhayê nan gelekî zêde bû. Me di cih de firinek ji bo gel vekirin.
Hûn di nava gel de dixebitin. Gelo gel tê navenda we û li operasyona hatiye destpêkirin, her wiha meclîsa li ser navê wan hatiye ragihandin qebûl dike? Bi çi rengî nêz dibe? Rewşa jinan çi ye?
Em ne li benda eleqeyeke bi vî rengî ya zêde bûn. Ji sedî nod û nehê gel ê li herêmên hatine rizgarkirin, eleqeyeke zêde nîşanî vî karê nû dide. Me li gundan dest bi karê meclîsan kir û ji bo vî karî eleqeyeke xurt heye. Li herêmên ewle dixwazin bi xebatên xweparastinê parastî bin. Li aliyê din dixwazin di şerê li dijî DAIŞ'ê de çekê rakin.
Em di nava gel de ne, em bi wan re dixebitin. Gel ji ber vê operasyonê û azadiyê gelekî kêfxweş e. Ji kêfan digirîn. Dibêjin demeke gelekî dirêj ew li benda hêza leşkerî ya operasyonê dike, man e. Lewma hêzên operasyonê weke leşkerên xwe dibînin.
Ya ku zilma DAIŞ'ê ya herî giran lê hat kirin, jin e. Ji qedexeya derketina derve heta recmkirinê, heta mecbûriyeta li xwe kirina kincê reş, zilmeke giran li jinan hat kirin. Lewma yên herî bi azadiyê kêfxweş in jî jin in. Li her gundê em çûnê, keçên ciwan kincên reş ji xwe kirin û ev kinc bi awayekî komî şewitandin.
Armanca ji niha û pê ve ya Meclîsê çi ye?
Armanca me ya herî mezin ew e ku li Minbic û gundên wê, gel karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe. Em dixwazin dibistanan vekin, meclîsên gel ava bikin, komîteyên tenduristî û aboriyê ava bikin. Ev Meclîs di heman demê de wê li vê xakê bibe destpêka jiyaneke nû.