Davût Kûrt ê YPS’î bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Endamê YPS’ê Davût Kûrt, bi merasîmeke ku bi tevlîbûna bi hezaran kesî, ber bi rêwitiya dawî ve hate oxirkirin.
Endamê YPS’ê Davût Kûrt, bi merasîmeke ku bi tevlîbûna bi hezaran kesî, ber bi rêwitiya dawî ve hate oxirkirin.
Endamê YPS’ê Davût Kûrt (Reşît) ku di berxwedana xwerêveberiyê de li Gevera Colemergê jiyana xwe ji dest dayî, li Erdîşa Wanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Li Saziya Tipa Edlî ya Erziromê (ATK), piştî ku xebatên nasîna cenaze hate temamkirin, ji hêla malbatê ve cenaze hate wergirtin û bi konvoya bi dehan wesayîtan ve birin Erdîşê.
Cenazeyê ku li gundê Agiyê hate pêşwazîkirin, li temamiya rê, li gel jinên ku di destên wan de rengên kesk û sor û zer û di devê wan de dirûşmên, ‘’Şehîd Namirin’’ ve anîn Taxa Çelebîbagi.
Bi hezaran kesên ku di nav wan de MEYADER Û DBP’î jî hebûn, di nav dorpêça polîs û leşkeran de, Kûrt, bi dirûşmeyan li Goristana Kumtepeyê veşartin.
Piştî rêzgirtinê, Serokê MEYA-DER’a Wanê Îdrîs Şaybak got: “Li Tirkiyeyê, Kurd ji ber ku dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin têne kuştin.’’
Rêveberê DBP’ê yê Wanê Ahmet Enterlî jî ev anîn ziman: “Wijdanê gelê me vê zilm û kotekiya ku li ser gelê me dikin qebûl nake.’’
Piştî axaftinan, girse çûn konê serxweşîdayinê yê li taxê.