Rapora otopsiya 12 HPG'yiyên li Wanê hatin înfazkirin bi dest nakeve

Rapora otopsiya destpêkê ya 12 gerîlayên HPG'ê yên li Wanê hatin înfazkirin, tevî ku demeke dirêj di ser re bihuriye jî, bi dest nakeve.

Parêzer Cemal Demîr da xuyakirin, ku ji ber biryara nepenîtiyê ya li ser lêpirsînê, ew nikarin xwe bigihînin dosyayê û diyar kir, belgeya herî girîng a gumana înfazê, rapora pêş otopsiyê ye.

Li navçeya Wan Artemêtanê, di 10'ê Çileya 2016'an de tîmên tevgera taybet ên Tirk avêtibûn ser malekê û bi îdîaya 'şer derketiye' 12 gerîlayên HPG'ê qetil kiribûn.

12 kesên emrê wan di navbera 18-25 salî de bûn, bi guleyên li serê wan hatin xistin, hat qetilkirin. Vê yekê gumana înfazê xistibû rojevê. Piştî bûyerê, têkildarî dosya lêpirsînê biryara nepenîtiyê hat dayîn. Hewl hat dayîn, delîl ji holê werin rakirin.

Rêxistinên civakî yên sivîl û hiqûqnasan 3 roj piştî bûyerê li mala bûyer lê qewimî lêkolîn kirin û bi delîlan tespît kirin, ku endîşeya li ser înfazê zêde ye.

Rapora pêş otopsiyê diviyabû beriya veşartina cenazeyan bihata dayîn. Lê belê tevî vê dema di ser re derbas bûye jî, ji ber biryara nepenîtiyê di pêşketin di lêpirsînê de nîne.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê parêzer Cemal Demîr li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ku ji ber gumana înfazê ew çûne wê malê û lêkolîn kirin. Demîr got, "Me tespît kirin ku hin bûyerên înfazê qewimîne. Li gorî vegotinên kesên cîranên vê malê ku nikarim navê wî niha bilêv bikim, şopên fîşekên ji malê ketine û li malê ketine, şopên xwînê yên li ser nivînan hemû fikara înfazê zêde dikin."

'EM NIKARIN XWE BIGIHÎNIN DOSYAYÊ'

Parêzer Demîr bibîr xist piştî bûyerê biryara nepenîtiyê têkildarî dosya lêpirsînê hatiye dayîn û anî ziman, ev biryar bi hinceta ala 153. a CMK hatiye standin. Demîr diyar kir, piştî vê biryare wan me kariye xw biihîne dosyayê û got, "Tevî ku bûyer qediya ye jî herêma xanî lê ye, hat qedexekirin. Destûr nehat dayîn ku kesek biçe wê herêmê. Destûr ji xizmên mirovan hatin qetilirin jî nehat dayîn ku biçin cihê bûyerê û lêkolînan bikin. Sê roj piştî bûyerê, Komeleya Mafên Mirovan, Baroya Wanê, Mazlûm-Der û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Piştî vê lêkolînê raporek nehat weşandin. Ji ber ku biryara astengiyê li ser dosyayê heye."

'EM NIKARIN RAPORA DESTPÊKÊ YA OTOPSIYÊ PEYDA BIKIN'

Demîr destnîşan kir, ku belgeya herî girîng a gumana li ser înfazê rapora pêşî ya otopsiyê ye û anî ziman, hê ev belge ji wan re nehatiye dayîn. Parêzer Demîr da xuyakirin, ku di rewşeke asayî de rapora otopsiya destpêkê nakeve nava astengiya li ser dosyayê û got, "Ev belge îstîna ye; ji ber ku raporên pisporan e. Lewma diviyabû bihata dayîn. Bi rengekî li dijî hiqûqê heta niha nehatiye dayîn. Nedana rapora otopsiyê dibe sedem ku amadekirina raporê dereng bikeve. Ji ber vê astengiyê raya giştî nayê ronîkirin û xuya ye dixwazin ser dosyayê bigirin."

'HELWESTEKE KÊFÎ HEYE'

Demîr diyar kir, rewşeke kêfî û li dijî hiqûqê heye û got, "Me hê biryara dawî ya li ser tiştên di vî warî de dikarin bên kirin, nedane. Em mijarê dişopînin. Ev rewş bi ti awayî li hiqûqê û qanûnan nayê. Helwesteke kêfî tê nîşandan. Di rewşên normal de weke welaket me rapora otopsiyê bi dest xistin. Di dema dawî de destûra vê nadin. Em ê di dema pêş de hemû rêyên hiqûqî bi kar bînin."

...