Şoreşgerên Arfadê tevlî nava refên QSD'ê bûn

Tabûra Şoreşgerên Arfadê tevlî nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bû. Fermandarê Tabûrê Hesen diyar kir, ew ewlekariya herêmê û projeya xweseriya demokratîk gelekî girîng dibînin.

Tabûra Şoreşgerên Arfadê (Til Rifat) daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir, ew tevlî nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûne.

Daxuyaniyî ji aliyê Fermandarê Tabûra Arfadê Muhenned Hesen ve hat dayîn. Hesen bal kişand ser girîngiya vegera li ser rêgezên rast ên Şoreşa Sûriyeyê, ji rêya xwe ya rast hatiye derxistin û gotin: "Piştî ku opozisyona Sûriyeyê ji hev ket û xetereyên li ser hemû pêkhateyên Sûriyê zêde bûn, ji bo ku rê li pêşiya rijandin xwînê were girtin, em bi vegera li rêgezên rast ên Şoreşa Sûriyeyê bawerin."

Hesen işaret bi rengîniya li Sûriyeyê jî kir û da zanîn, Sûriye bi pirrengîniya xwe nimûneya jiyana aşîtiya ne ya hevbeş e. Hesen destnîşan kir, ku Şoreşa Sûriyeyê di destpêkê de banga azadî, wekhevî û edaleta civakî dikir. Hesen ragihand, herêmên Şehbayê rastî hemû rengên êrîş û şîdeta komên çete yên Îslamperest hatiye û got, ew bi rêgezên rast ên Şoreşa Sûriyeyê ve girêdayî ne.

Hesen da zanîn, piştî  ku hêzên QSD’ê gelek serketin bi dest xistin, gelek herêmên ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin û bûne cihê baweriya gelê herêmê, wan tevlîbûna xwe ya nava Hêzên QSD’ê ragihand.

Hesen di dawiya axaftina xwe de got: "Em weke zarokên bajarokê Arfadê yê girêdayî herêmên Şehbayê, qebûl nakin ku rijandina xwînê li herêmên jiyana hevbeş a pêkhateyên  kurd, ereb û hemû pêkhateyan hedef digire, bidome. Em weke Tabûra Şoreşgerên Arfadê, ji bo parastina herêmên xwe ji hemû êrîşên li dijî projeyên demokrasiyê yên li Sûriyeyê, tevlîbûna xwe ya nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) radighînin."

Tabûra Şoreşgerên Arfad ji şêniyên bajarokê Til Rifat ên ji kampên koçberiyê vegeriyane û dixwazin herêmên xwe li dijî êrîşên çeteyan biparêzin, pêk tê. Hêzên QSD’ê bajarok di 15’ê Sibatê de ji çeteyan rizgar kiribûn.