30 fezlekeyên têkildarî HDP'yiyan, li Serdozgeriya Komarê ya Amedê ne
Pêvajoya 'darbeya destnedanê' bi lez û bez bi rê ve diçe. 30 fezlekeyên li hemberî wekîlên HDP'yî hatin amadekirin, ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatin şandin.
Pêvajoya 'darbeya destnedanê' bi lez û bez bi rê ve diçe. 30 fezlekeyên li hemberî wekîlên HDP'yî hatin amadekirin, ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatin şandin.
30 fezlekeyên têkildarî wekîlên HDP'ê, ku piştî rakirina destnedanê li Wezareta Edaletê hat ragirtin û sewqî Meclîsê nehatin kirin, ji bo werin bikaranîn ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatin şandin.
Rayedarên dozgeriyê dan xuyakirin, ku ji ber guhertina destûra bingehîn, fezleke bêyî sewqî Meclîsê werin kirin, yekser ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatine şandin. Hat ragihandin, 130 fezlekeyên din jî, piştî dabeşkirinê wê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re werin şandin.
Tê payîn, piştî ku 160 fezleke gihaştin ber destê Serdozgeriya Komarê ya Amedê, wê pêvajoya nehiqûqî destpê bike û ji bo îfadeyê bang li wekîlan bê kirin. Di vê çarçoveyê de dozger wê piştî îfadeyê karibe biryara neşopandinê bide, yan jî gilînameyê li hemberî wekîlan amade bike.