Li Erdexan û Wanê 4 kes hatin girtin, kesek hat binçavkirin
Li Erdexan û Wanê, di operasyonên qirkirina siyasî de 4 kes hatin girtin, kesek jî hat binçavkirin.
Li Erdexan û Wanê, di operasyonên qirkirina siyasî de 4 kes hatin girtin, kesek jî hat binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, bênavber dewam dikin. Li Erdexaneyê 4 DBP'yî hatin girtin, li Wanê jî kesek hat binçavkirin.
ERDEXAN
Ji 8 kesên çend roj berê di serdegirtina avahiya rêxistian DBP'ê ya Erdexanê û malên xwendekaran de ji aliyê polîs û jendermeyan ve hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin. Kesên hatin girtin, Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Hakan Demîrbaş, rêveberên partiyê Erdal Morkoç, Arzû Yilmaz û Taha Tan in. DBP'yiyên hatin girtin, li Girtîgeha Tîpa T ya Erdexanê tên ragirtin.
WAN
Li navçeya Wan Artemêtanê jî, polîsên dewleta Tirk avêtin ser malên li kolana Bayirli ya taxa Şehît Firat. Di serdegirtinan de welatiyê bi navê Hasan Kaya hat binçavkirin. Polîsên Tirk her wiha avêtin ser mala endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya.