Êrîşên berfireh ên çeteyên DAÎŞ’ê wiha hatin şikandin
Çeteyên DAÎŞ’ê ji xeta Cerablûs, Bab û Meskenê, ji gundê Erîma ta bi Çemê Ferat êrîşên berfireh anî. Meclîsa Leşkerî ya Minbiçê û şervanên QSD’ê bersiv dan van êrîşan û 142 çete kuştin.
Çeteyên DAÎŞ’ê ji xeta Cerablûs, Bab û Meskenê, ji gundê Erîma ta bi Çemê Ferat êrîşên berfireh anî. Meclîsa Leşkerî ya Minbiçê û şervanên QSD’ê bersiv dan van êrîşan û 142 çete kuştin.
’Pêngava Azadkirina Minbicê’’ ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1’ê Hezîranê de bi desteka hêzên QSD’ê dayî destpêkirin, di roja 21’ê de didome.
Ji destpêka pêngavê ve ku bi navê Fermandarê Şehîd Ebû Leyla didome, êrîşa mezin a cara duyemîn duh (20 Hezîran) pêk hat.
Çeteyên DAÎŞê 20’ê Hezîranê ji xeta Cerablûs, Bab û Meskenê, ji gundê Erîma ta bi Çemê Ferat, li qadeke berfireh, li dijî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên QSD’ê êrîşeke berfireh pêk anîn.
Çeteyan ji 05:00’ê sibehê heta saet 16:00’ê piştî nîvro êrîş bi ser Bab, Meskenê û li aliyê Cerablûsê, bi ser Erîma, Oseclî, Toq Xelîl, Muhteriq Kebîr, Qerha Kebîra, Qerha Sexîra, Qerha, Cib El-Eşra, Xirbit Eşra, Xirbit El-Rûs, Neîmiyê û gundê Cib El-Şêx de anî.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên QSD’ê tund bersiv dan van êrîşan û di encamê de 142 çete hatin kuştin
Şer di kamerayên ANF’ê de wiha xuya bûn...