KCK: Divê gelê me xwedî li şaredariyên xwe derkeve

KCK’ê li hember hedefkirina şaredariyên DBP’î bertek nîşan da, banga xwedîderketina şaredariyan li gel kir. KCK’ê ev peyam da: “Wext e ku li dijî faşîzmê em xwe di asta herî bilind de bi rêxistin bikin.”

Komîteya Ekolojî û Rêveberiyên Xwecihî ya KCK’ê ji ber AKP/Qesrê şaredariyên gelê Kurd kirine hedef, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya nivîskî de ev hatin gotin: “Faşîzma AKP’ê li Kurdistanê wekî bersivdana ragihandina xwerêveberiya gel, polîtîkayên şer dide sepandin, bi sepanînên komkujî û jenosîdê hewl dide ku Kurdan bipirnisîne û gelê Kurd ji têkoşînê dûr bixîne. Armanc dike ku erdnîgariya Kurdistanê bi hêjahiyên wê yên dîrokî û çandî tune bike û sepanînên mêtingeriyê bi ser bixîne.”

‘GELÊ ME SAZIYÊN XWE JI DAGIRKERAN RE NAHÊLE’

Di dewama daxuyaniyê de ev hatin gotin:

“Li Tirkiyê gelê me bi sepanînê faşîzma sazûmanbûyî re hevrû ye ku ev faşîzma rêxistinî armanc dike ku bajarên Kurdistanê bi dîrok û çanda wê re tune bike, mirovan bi awayekî zindî dişewitîne û kesê vê qebûl nake ceza dike. Hikûmeteke weke vê ku destlênedana wekîlan radike û ji bo leşkeran, tecawizkaran, çeteyên komkujer re qanûnên parastinê derdixîne, hê nehatiye dîtin. AKP- Erdogan rêveberiyên şaredariyan ku bi hilbijartinê hatine ser kar, ji ber ku serî netewandine, bi girtin, ji ji peywir girtinê, bi zextan dixwaze bipirnisîne û bi derbeyekê armanc dike ku dest deyne ser şaredariyan.

Di her derfet û delîveyê de Erdogan ê ku dibêje ew bi % 52 hatiye hilbijartin, vîna gel ji xwe re bingeh distîne, wekîl û şaredarên ku bi % 80’î, 90’î temsîla vîna rêxistinbûyî ya gelê Kurd dike, ji nedîtî ve tê. Hişmendiya faşîzan ku ji bo serweriya xwe destûra bingehîn binpê dike, dema ku mijar dibe têkoşîna biheq a gelê Kurd, hiqûqê ji polîtîkayên xwe yên faşîst re dike hincet. Ev hemû geşedan nîşan didin ku li Tirkiyê, li dijî vîna rewa ya gel derbeyek hatiye kirin û em di serdema derbeyê de ne.

Gelê Kurd bi ceribandina xwe ya têkoşîna çil salî û vîna rêxistinbûyî ya gel li hemberî faşîzma AKP’ê têk neçû û xwe radestî Erdogan nekir. Ji niha ve diyar e ku gelê me wê sazî û dezgehên xwe bi dest çeteyên mêtinger ve bernede û xwedî li wan derkeve. Ev polîtîkayên radestgirtinê û komkujiyê çawa ku di serdemên bihurî de bi ser neketine û gelê me jê re serî netewandiye, îro jî bi helwesta xwe ya rêxistinbûyî û bi hişmendiya bilind a azadiyê wê li hemberî êrîşan raweste û li nirx û hêjahiyên xwe, vîna xwe û şaredariyên xwe  xwedî derkeve. Gelê me divê qet rê nede rê û rêbazên serweriya ne rewa, biyanî û mêtinger ku armanc dike li ser civaka me desthilatdariya xwe pêk bîne. Divê bi awayekî bêtir çalak xwe tevlî rêxistinê û avakirina pergala xwerêveberiyê bike ku vê xwe spartiye ser perspektîfa neteweya demokratîk rake û xwedî li şaredariyên Komunala Demokratîk derkeve ku ev bûne sazî û dezgehên gel.

 ‘BERXWEDAN Û TÊGIHIŞTINEK MEZIN PÊWÎST E’

Peywira her mirovî ya herî mirovî ye ku bi jiyana ekolojîk, hişmendiya dîrokî û çandî li dijî sepanînên mêtingerî û komkujî yên AKP’ê derkeve. Jiyana azad ku xwe dispêre xwerêveberiyê berxwedan, çalakî, hiş û rêxistinbûyinek mezin hewce dike. Ji bo vê jî meseleyeke manûnemayê ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi piştevaniyê xeta têkoşîna hevpar ava bikin û dem dema wê ye ku li dijî faşîzmê di asta herî bilind de rêxistinî were kirin.”

 ‘HETA ENCAM BÊ GIRTIN EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’

Komîteya Ekolojî û Rêveberiyên Xwecihî ya KCK’ê wiha bang li gel û hêzên demokrasiyê kir: “Di serî de gelê me yê qedirbilind ê Kurdistanê, em bang li hemû gelên xwe û hêzên demokratîk dikin ku li dor gotina, ‘’dest li şaredarî û vîna me nede’’, ta ku dawî li faşîzma AKP’ê were anîn, li hemû bajar, bajarok û gundan, berxwedana rizgariya demokratîk û jiyana azad bi pêş bixînin û heya ku encam jê were girtin têkoşînê xurtir bikin.”