'Em ê xwe li dijî AKP/Qesrê bi rêxistin bikin û bersivê bidin'

Hevşaredarê Sêrtê yê DBP'yî Tûncer Bakirhan da xuyakirin, ku li dijî polîtîkayên qirêj ên AKP/Qesrê yên li hemberî şaredariyê wan, ew ê bi gel re xwe bi rêxistin bikin û bersivê bidin van polîtîkayan.

Di serî de Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, desthilatdariya AKP'ê bi îdîayên bêbingeh ên weke 'wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê bi kar tîne, destekê dide terorê', Şaredariyên DBP'yî hedef nîşan didin. Piştî girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, bi dehan Hevşaredar, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî, endamên Meclîsa Şaredariyê, hevserok û rêveberên bajar û navçeyan, niha jî hewl tê dayîn li şaredariyan qeyûm bên wezîfedarkirin û bi vî rengî şaredarî werin desteserkirin.

Hevşaredarê Sêrtê yê DBP'yî Tûncer Bakirhan, li ser polîtîkayên înkar û tinekirinê yên desthilatdariya AKP'ê yên li dijî Şaredariyên DBP'yî, ji ANF'ê re axivî.

'ASTENGIYA YEKANE YA LI PÊŞIYA HIKÛMETA AKP'Ê, MÛXALEFETA KURD E'

Bakirhan bibîr xist, ku hikûmeta AKP'ê ev 14 sal in bi rêk û pêk hewl dide sîstemek yek şexs, yek ol û antî demokratîk bafirîne û destnîşan kir, heta jê tê hemû nêrînên li pêşiya vê yekê asteng in, ji holê radike.

Bakirhan işaret bi polîtîkayên tinekirinê yên hikûmeta AKP'ê kir û anî ziman, li herêmên xwerêveberiyê yên li Kurdistanê bi şewitandina hin cihan û bi koçberkirinê ev polîtîka hat meşandin. Bakirhan got, "Yekane astengiya li pêşiya hikûmeta AKP'ê, mûxalefeta Kurd e. Mûxalefeta Kurd, bi rengekî berxwedêr û bi rûmet li ser piyan e. Tevî hemû zext û zordariyê jî bi gel re siyasetê dike. Hikûmeta AKP'ê hesabê vê nekiribû."

'EV 2 SAL IN BI ZANEBÛN Û BI RENGEKÎ DIJWAR ŞAREDARIYÊN ME KONTROL DIKIN'

Tûncer Bakirhan da zanîn, tevî hemû lîstikên gemarî yên hikûmeta AKP'ê, Kurd li cîhanê gihaştine asta bidestxistina statuyê û anî ziman, Kurd bi rengekî bi rûmet xwedî li Tirkiyeyê derdikevin.

Bakirhan di dewama axaftina xwe de got, "Di serî de Hevserokê me yê Giştî Kamûran Yuksek, bi sedan endamên me yên meclîsa partiyê niha li girtîgehê tên ragirtin. Sedema girtina wan jî bilêvkirina nêrînan e. Û niha berê êrîşên xwe hêdî hêdî didin şaredariyan. Ev 2 sal in, ji me bêhtir ew di nava şaredariyên me de ne. Timî dişopînin û kontrol dikin. Ev jî têra wan nake, niha ji walîtiyan jî destekê digirin. Bi rêya sûcdariyên şaş û derew, lêkolînan dikin.

Li avahiyên ji aliyê me ve hatine çêkirin, prîzên elektrîkê jî yek bi yek dijimêrin. Bi vî rengî bi tundî şaredariyên me kontrol dikin. Eger li 106 şaredariyên me karekî biçûk ê ne li rê hatibûya dîtin, eger rant jê hatibûya xwarin, wê ev yek di manşetên medya hawiz de bûya. Ev 2 sal in kontrolê dikin, gelo tiştek jê derket? Na. Wê ji vê derê êrîşî şaredariyên me bikira, lê ji ber ku her gav û karê şaredariyên me zelal û durust e, tiştek bi destê wan neket."

'DIVÊ GELÊ KURD XWEDÎ LI ŞAREDARIYÊN XWE DERKEVE'

Bakirhan diyar kir, hikûmeta AKP'ê bi zanebûn şaredariyên wan hedef digire û bal kişand ser mijara qeyûm, ku di rojevê de ye: "Tiştekî ku ji bîr kirine heye. Eger hûn ji her alî ve dorê li gel bigirin û nehêlin hilmê bistîne, hingî hûnê tehemûla mirovan nehêlin. Siyaseta me diyar e. Li ku der ê neheqî, bêhiqûqî hebe, em li dijî wê disekinin. Di mijara rê û rêbazên têkoşînê de em nezan nînin. Kevneşopiyeke me heye. Em ê rê nedin van îdîayên bêbingeh ên AKP'ê û em ê bi gelê xwe re bibin yek. Gelê me bi qasî me rewşa heyî dibîne û dizane ku divê li dijî vê yekê helwesteke rêxistinbûyî nîşan bide. Pêwîste gelê Kurd xwedî li şaredariyên xwe derkeve."

...