Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê Oruç hate girtin
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê Oruç, piştî ku danê sibehê bi ser mala wê de hate girtin û hate binçavkirin, birin dadgehê û girtin.
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê Oruç, piştî ku danê sibehê bi ser mala wê de hate girtin û hate binçavkirin, birin dadgehê û girtin.
Oruç, danê sibehê piştî ku tîmên taybet bi ser mala wê de girtin, hate binçavkirin. Orunç a ku birin Midûriyeta Emniyeta Navçeyê, bi hênceta ku Oruç di 26’ê Kanûnê de, dema ku du endamên Partiya Hur Dava’yê xwestine têkevin konê nobedê ku ji hêla YDG- H û YDGK – H ve hatibûn danîn û ji ber vê jî şer derketibû û ya ku di nav şer de yî Oruç bû û her wiha bi hinceta îfedeya şahidê bi dizî ku Oruç tevlî civînên Meclîsa Gel a Cizîrê bûye, rapirsîna wê hate kirin.
Oruç, piştî ku îfadeya wê hate standin, derxistin Adliyeya Cizîrê. Bi heman hincetan piştî ku ji hêla dozgeriyê ve îfadeya wê hate girtin, bi tawanbariya xala 302 ya Qanûna Cezaya Tirk(TCK) ku dibêje,’’ Hilweşandina yekîtiya welêt û dewletê’’ bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.
Oruç, li pêşberî dadger tevî tawanbariyên li ser xwe û îfadeyên şahidê bi dizî yên der heqê wê de qebûl nekir jî, hate girtin û ew şandin Girtigeha Sergirtî ya Tîpa T a Şirnexê.