Cenazeyên 14 şervanan li Kobanê hatin veşartin

Cenazeyên 14 têkoşerên azadiyê yên li herêma Bendava Tişrînê û Operasyona Rizgarkirina Minbicê jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dîcle ya Kantona Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Duh bi hezaran Kobanêyiyan cenazeyên şervanên YPG/YPJ`ê  Ehmed Qadir (Canpolat Cudî), Ruqeya Hirco (Newroz Zagros), Rewşen Gabar (Amara Cudî), Farûq Sara Kaya (Çiya Botan), Bêrîvan Dinbic (Bêrîvan Asî Turkmaz), Basil Bozî (Serhed Kobanê), Amar Akceman (Alîşêr Amed), Endamê Hêzên Asayîşê Cihad Misko, Endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava Rêber Silêman (Fîras Kobanê) û 2 tekoşerên ku navê wan nehtin zanîn  ên di berxwedana Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dan, Şervanên Tabûrên Şemis El-Şemal Ibrahîm Alî û Bilal Berkel (Artêş Şemal ) ên di operesyona Şehîd Fermandar Feysel Abû Leyla ya rizgarkirina herêma Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Termîk ê Kantona Kobanê oxir kirin.

Bi armanca oxirkirin, bi hezaran Kobanêyiyan wêneyên têkoşeran, alên YPG/YPJ`ê, Hêzên Asayîşê, Tabûrên Şemis El-Şemal û Yekîtiya Ciwanên Rojava hildan, li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê kom bûn.

Girseya gel cenazeyên her 14 têkoşeran wergirt û bi konvoyek ji wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dîcle ve bi rê ket.

Dema ku girse gihîşt goristanê, cenazeyên têkoşeran ji aliyê bi dehan şervanên YPG/YPJ'ê û welatiyên Kobanê ve bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin.

Li goristanê şervanên YPG/YPJ'ê merasîmeke leşkerî pêk anîn. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir.

Piştre Fermandara YPJ'ê Rojda Qamişlo axivî û diyar kir, eger van têkoşeran canê xwe feda nekiribûna, îro gelê Kobanê li ser axa xwe azad nedijiya.

Rojda Qamişlo destnîşan kir, ew ê tekoşîna xwe ya ji bo pêkanîna jiyaneke azad û rûmet bidomîn û doza şopandina rêya têkoşeran dubare kir.

Di merasîmê de Rêveberê Hêzên Asayîşa Kobanê Salih Kobanê jî axivî û sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest.

Salih Kobanê da zanîn ew wek Hêzên Asayîşê soz didin ku bi hemû derfetên xwe welatiyan û ewlekariya herêmê biparêzin.

Piştre Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Rûken Ehmed peyivî û got: "Em bejna xwe li ber van têkoşerên ji bo avakirina jiyaneke azad canê xwe feda kirin, ditewînin. Ji bo em layîqî xwîna şehîdên ku canê xwe ji bo parastina Rojava fedakirin, derbikevin. Ji welatiyên Kobanê û herêmê tê xwestin ku li hemberî planên derbkirina destketiyên gelê kurd bibin yek."

Di merasîmê de Berdevkê Meclîsa Têkiliyên Giştî ya Tabûrên Şems El-Şemal Reşo Xelîl axivî û ev tişt anîn ziman: "Gelê bi rûmet, xwişk û birayên hêja ji gelê bi heybet kesên bi rûmet ên weke van lehengên ku ji bo rizgarkirina axa welat canê xwe feda kirin, derdikevin. Bi saya xwîna van têkoşeran em li hember hemû dijminan bi ser dikevin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeya şehadetê ya têkoşeran ji aliyê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Roceng Hac Kero ve hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên têkoşeran li ber tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziyê hatin veşartin.