Tuncel: Dawiya wan nêzîk bûye; têkoşînê mezin bikin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Tûncel, diyar kir ku dawiya AKP/Qesrê hatiye, banga mezinkirina têkoşînê kir.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Tûncel, diyar kir ku dawiya AKP/Qesrê hatiye, banga mezinkirina têkoşînê kir.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel, li ser girtina bêhiqûqî ya rêveberiyên partiya wan ên bajêr çû Erdexanê.
Li gel Tûncel endamên Desteya Rêveber a Meclîsê Mehemet Arslan û Sema Demîr û xebatkarên partiyê amade bûn. Tûncel li avahiya bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê.
Tûncel wiha got: “Dewlet bi awayekî pîskolojîk ji bo ku girseya me bixîne nava zextan, partiya me bi tenê bihêle polîtîkayên taybet dimeşîne. Ji ber vê bi sedemên derewîn di serî de li hember xebatkar û rêveberên me, endamên me digirin. Li Erdexanê operasyonên siyasî didin meşandin, hevrêyên me binçav dikin, digirin bi vê yekê dixwazin peyamê bidin ên ji derve.”
OZGUR GUNDEM
Tûncel girtina Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncancî, Rojnamevan Erol Onderoglû û Nivîskar Ahment Nesîn ên ku piştgirî dan Ozgur Gundemê şermezar kir û wiha axivî: “Her sê hevrê jî bi awayekî bi zanebûn hatin girtin. Bi van girtinan dixwazin peyamê bidin civakê û bêjin; ‘Piştgiriyê nedin Kurdan. Cih li gel Kurdan negirin, eger hûn vê bikin wê nêzîkatiyê me wiha be.’ Ji beriya niha ev helwest li hember Akademîsyenên ku aştî xwestin jî hatibûn kirin. Lê wan hesab nekiribû ku ne rojnamevan ne jî akademîsyen ji biryara xwe venagerin. Çawa ku di doza akademîsyen û parêzeran de bû, wê di doza rojnamevanan de jî wiha be. Piştî girtina rojnamevanan, Can Dundar peyama piştgiriyê ya bi Rojnameya Ozgur Gundemê re weşand. Her ku diçe piştgirîkirin mezintir dibe.”
Tûncel bal kişand ser girtina Hevserokê Giştî Kamûran Yuksek jî, diyar kir ku li hember partiya wan şerekî taybet tê meşandin.
HEWLDANÊN QEYÛM ÊN JI BO ŞAREDARIYAN
Tûncel, bertek nîşanî bêdengiya CHP’iyan a li hember derbeyê da, têkildarî hedefkirina şaredariyan jî wiha anî ziman:
“Ji ber ku şaredariyên me xizmeta gel dikin, gel xizmeta wan dîtin, Erdogan û AKP zextan li ser şaredariyên me didin ferzkirin. Çima xizmet dikin, çima bi koçberên ji Kobanê û Şengalê hatin re bûn alîkar. Dixwazin tola vê hilînin. 21 hevşaredarên me hatine girtin, 30 jî ji peywirê hatine dûrxistin. Tevî vê jî hevrêyên me tişta ku ji dest tê dikin. Ji ber vê dixwazin qeyûman derxînin. Bi qeyûman ve vîna gel tine dibînin û li pey rantê dibezin. Ev bi çavên bazirganiyê temaşeyî şaredariyan dikin. Mîna kargehan temaşeyî şaredariyên me dikin. Xwe, zarok û zavayên xwe bi pereyên dewletê dewlemend kirin. Çawa dijîn, me jî wisa dibînin. Wan çav berdane sê qûrişên di berîka vî gelî de.”
PLANA HILWEŞÎNÊ
Tûncel bal kişand ku hevrûyê faşîzmekî topyekûn in, bi bîr xist ku AKP’ê di dema ‘Pêvajoya Çareseriyê’ de ‘Plana Hilweşandinê’ amade dikir. Tûncel wiha got: “Erdogan û AKP bi “Plana Hilweşandinê’ 300 hezar Kurd ji war û cihê wan da koçkirin, 15 hezar Kurd qetil kirin û 10 hezar jî girtin.”
Tûncel bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li hember serkeftinên Rojava da, têkidarî êrîşên qirkirinê jî wiha got:
BERXWEDAN
“Li Gever, Nisêbîn, Şirnex, Cizîr û Sûr gelek berdêlên mezin hatin dayîn. Bawer bikin; vê berxwedanê rê neda ku faşîzma AKP’ê bigihije armancên xwe. Kiribûn armanc ku Kurdan bi necarî ji warê wan bidin koçkirin, lê çi kirin çi nekirin nikarîbûn Kurdan ji warê wan bidin koçkirin, negihiştin armanca xwe. Kurdan mîna salên 90’î ji ber şer koçî rojava nekirin. Temaşe bikin, li Şirnex û Nisêbînê tevî ku ji 3’yê Hezîranê ve operasyon bi dawî bûye lê hê jî ‘qedexeyên kolanan’ dewam dikin. Hûn dizanin ji ber çi? Ji ber ku avahiyên bi keviran ên saxlem jî dixwazin hilweşînin. Me ev li Geverê dît. Berxwedana gelê me polîtîkayên hilweşandinê yên AKP’ê rawestandin.”
‘ÇARESERÎ DI DESTÊ ME DE YE’
Hevsreroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel di dawiya daxuyaniyê de ev peyam da: “Her tim şer dewam nake; ji vê bawer bikin. Aştî, çareserî di destê me de ye. Her ku em bên li gel hev, me xwe bi rêxistin kir, li Erdexanê em daketin qadan û me got ‘Em ne şer, aştiyê dixwazin’ wê tengav bibin. Ev êrîşkariya wan dide nîşandan ku dawiya wan nêz bûye.”