Li Şirnexê êrîşên qirkirinê didomin

Êrîşên qirkirinê yên çeteyên AKP/Qesrê li Şirnexê didomin.

Êrîşên qirkirinê yên li Şirnexê di bin navê “qedexeyên kolanan” de tevî daxuyaniyên “operasyona bidawî bûn” jî didome. 90 roj in hilweşîn û êrîş ranewestiyane, ji danê sibehê û vir ve li taxên Yenî û Bahçelîevlerê teqînên dijwar pêk tên. Bi teqînan re ji avahiya dûman bilind dibin.

Şêniyên taxan ragihandin ku çeteyên AKP/Qesrê di avahiyan de teqemeniyan bi cih dikin û avahiyan hildiweşînin.

MAL TÊN HILWEŞANDIN, JI YÊN DERDIKEVIN BER DERIYÊ XWE RE JÎ CEZAYÊN PEREYAN TÊN BIRÎN!

Bi hilweşandina bajêr re li taxên Îsmetpaşa, Gazîpaşa, Cumhuriyet, Yeşîlyurt, Bahçelîevler, Yenî, Dîcle û Gûndogdu wesayîtên wekî kepçe hilweşandina avahiyan bê navber didomîne. Li gorî lîsteya hilweşandinê ku beriya niha ji aliyê hêzên dewletê ve hatî amadekirin avahî tên xirakirin û bajêr tê hilweşandin.

Ji aliyê din tevî daxuyaniyên “operasyon bidawî bûne” hê jî têketin û derketina bajêr ji aliyê hêzên dewletê ve tê astengkirin û welatiyên ku ji roja yekem ve bajêr neterikandine bi hinceta 'qedexeya derketina kolanan îxlal kirine' cezaya pere ji wan re hate birîn. Li taxa Gundogdu welatiyê ku ji bo çareserkirina xeta avê derket hewşa xwe bi hinceta 'qedexeya derketina kolanan îxlal kiriye' ji aliyê çeteyan ve cezaya pere ji wî re hate birîn.