Çalakiyên gerîlayan bênavber didomin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li Agirî, Wan, Şirnex û Colemêrgê de gelek leşker hatin kuştin.
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li Agirî, Wan, Şirnex û Colemêrgê de gelek leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên ku her diçin mezintir dibin de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:
AGIRÎ
Artêşa TC di navbera Qereqolên Şile û Aybeg a di navbera naçeya Bazîd a Agiriyê de qereqolek nû ava dike. 20’ê Hezîranê saet 19:30’an de gerîlayên me li hember fermandarê qereqolê di dema rêzgirtinê de çalakiyekî sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de fermadarê qereqolê hate kuştin.
WAN
21’ê Hezîranê (îro) saet 05:00’an de gerîlayan li hember qereqola Kismli ya girdayî navçeya Elbak a Wanê çalakiya sekvaniyê li dar xistin û leşkerek hate kuştin.
ŞIRNEX
20’ê Hezîranê saet di 17:15’an de yekîneyên gerîlayên me li hember konvoya wesayîtên dijmin ên di nava tevgerê yên li Girê Şehîd Lezgîn û Şehîdan ên li devera navçeya Qilaban a Şirnexê de çalakiya sekvaniyê li dar xistin û li vir kontrayek hate kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC girê Şehîd Dîlber bi obus û hewanan bombe kirin.
20’ê Hezîranê saet di navbera 14:00-15:00’an de gerîlayên me rêya li herêma gundê Geliyê Jêr û yê navçeya Elkê ya Şinexê de xistin kontrolê. Gerilayên ku li vir nasname kontrol kirin, di heman demê de gel têkildarî pêvajoyê jî agahdar kirin.
19’ê Hezîranê saet 18:30’an de yekîneyên gerîlayên me li hember qereqola Çelê Nimêja yê girêdayî Şirnexê bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehatin zelalkirin.
COLEMÊRG
19’ê Hezîranê saet di 16:30’an de gerîlayên me li hember qereqola Salara ya girêdayî herêma Şemzînan çalakiyek li dar xistin. Yekîneyên me, leşkerên li derdora tankê kirin hedef û bi awayekî bi bandor lê xistin, lê têkildarî kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê derdora qereqolê bi obus û hewanan hate bombekirin.
BALAFIRÊN ŞER HEFTANÎN, ZAP Û QENDÎL BOMBE KIRIN
20’ê Hezîranê saet di navbera 22:00-22:30’an de balafirên şer ên artêşa TC qada Dola Şehîd Delîla ya girêdayî herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.
20’ê Hezîranê ji saet 22:30’an heta saet 01:00’ê şevê balafirên şer qada Dola Zergelê ya herêma Qendîlê bombe kirin. Di encama bomberdûmanê de ziyan gihiştin malên gundiyan.
21’ê Hezîranê (îro) saet di navbera 10:30-10:50’an de balafirên şer Girê Cehenem û devera Çiyayê Reşkê yê girêdayî herêma Zapê bombe kirin.
LI DERSÎMÊ GERÎLAYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA
14-17’ê Hezîranê artêşa TC di navbera herêma Çeper û daristanên Sîsîk ê girêdayî navçeya Mêzgêr a Dersîmê operasyon da destpêkirin. Di şerê 14’ê Hezîranê de jî hevrêyekî me gihiştiye mertebeya şehadetê.”
Têkildarî gerîlayê ku jiyana xwe ji dest dayî ev agahî hatin parvekirin:
“Hevrêyê me Kemal tevî demeke pir kurt bû ku beşdarî Têkoşîna Azadiyê bibû jî pêşketinên mezin di xwe de da avakirin, di hemleya 1’ê Hezîranê de û di dema ku Rêber Apo gotibû kesên hez ji min dikin bila berê xwe bidin Bakur, ji bo ku çeperên berxwedanê mezin bikin beşdarî qadên şer bûn û derbasî herêma Dersîmê bû. Bi têkoşîna ku li vir dayî meşandin ve erkê pêşengtiyê girtiye ser milê xwe û bi performanseke mezin pêşengtî kiriye. Hevrê Kemal serkeftinên di warê îdolojîk de jî bi dest xistibû, bi hemû hêza xwe bi gel û hevrêyên xwe re parve dikir. Di vê rêyê de rêya fedekariyê weke pêşeng lîstiye. Hêza ku me ji van hevrêyan girtiye di serkeftina Kurdistanê de em ê bi biryardariyekî mezin bigihînin serkeftinê, rêya wan ji me re mînak e. Hevrê Kemal; yek ji hevrêyên me yên ku hêrsa xwe ya li hember dijmin bi taktîkên stratejîk ên şer, di warê herî dewlemend de vegerandibû çalakiyan.”
Nasnameya gerîlayê HPG’ê yê ku jiyana xwe ji dest dayî wiha ye:
Nasnav: Kemal Sidar
Nav û Paşnav: Ercan Ateş
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik- Bav: Pembe - Kadîr
Cih û Dîroka Şehadetê: Dersîm /14’ê Hazirana 2016