Çeteyên DAIŞ’ê, 6 gundiyên ku li ber xwe didan qetil kir
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêma Şehbayê dewam dikin. Çeteyên ku jinan direvînin, li vir 6 ji gundiyên ku li ber xwe dan qetil kirin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêma Şehbayê dewam dikin. Çeteyên ku jinan direvînin, li vir 6 ji gundiyên ku li ber xwe dan qetil kirin.
Li gorî çavkaniyên ji herêma Şehbayê, çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser gundên Dêbe û Sûr ên ku piraniya xwe Kurd in, jin revandin û li ser vê jî şêniyên gund bersiv dane çeteyan.
Ji gundiyên ku li hember zilma çeteyan li ber xwe didan 6 jê bi êşkençeyên hovane hatin qetilkirin. Têkildarî kesên ku jiyana xwe ji dest dane ev agahî hatin dayîn: “Ji gund Sur Sînbat Ebdo Derwîş û Hûh Elî Remo, ji gundê Kêbe Îzedîn Dîmo, ji gundê Şaw Mihemed Emîn Bîş” û 2 kesên din ên ku nasnameya wan nehatin zelalkirin jî hene.
Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê bi dehan gundên Kurdan dorpêç kirine û bi hewanan êrîş dikin.
Hat diyarkirin ku êrîşên çeteyan ji 16’ê Hezîranê ve li ser gundan dewam dikin, sivîlên ku girtine dibin eniyên şer, weke mertalên zindî li hember Operasyona Azadkirina Minbicê bi kar tînin. Çetayan, heta niha 800 sivîl ên Kurd revandine.
Çeteyên DAIŞ’ê, beriya 3 rojan bi hewanan êrîşî gundên Şawa, Ereb Wêran, Kebe, Sûr Sinbat, Erîme, Baş Corn û Boxaz El Xendûra kiribûn.