MSD: Divê NY qetlîamên dewleta Tirk bipirse
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), diyar kir ku dewleta Tirk li sînorê bakur ê Îdlibê gelê sivîl qetil kiriye, di vê mijarê de banga liv û tevgerê li Neteweyên Yekbûyî kir.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), diyar kir ku dewleta Tirk li sînorê bakur ê Îdlibê gelê sivîl qetil kiriye, di vê mijarê de banga liv û tevgerê li Neteweyên Yekbûyî kir.
MSD’ê têkîldarî qetilkirina 11 sivîlên Sûriyeyê ku artêşa Tirk di 19’ê Hezîranê de li dijî malbateke ji bajarê Cerablusê komkujiyek pêk anî, 11 welatiyên ku dixwestin li ser sînorê Tirkiyeyê di gundê Xirbet El-Coz re derbasî xaka Tirkiyeyê bibin qetil kirin, di nava qurbaniyan de zarok û jin jî hebûn, daxuyaniyek da û ev şermezar kir. MSD’ê bang li NY kir ku têkîldarî qetlîamên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan dest bi lêpirsînê bike.
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:
“Gelê Sûriyeyê û tevahiya aliyên Navnetewî komkujiya ku hêzên Tirkiyeyê der heqê welatiyên sivîl li ser sînorê Tirkiyeyê – gundewarên bakurê Idlibê ku berî du şevan pêk anîbûn dîtin, di encamê de hejmarek qurbanî yên ku piraniya wan jin û zarok bûn ketin, ev bûyer ne ya yekemîn e, lê bi belge û îsbat bi dehan bûyerên bi heman şêwazî li Efrîn, Kobanê, Cizîrê û herêmên Şehba pêk hatine, ev kar ne li gorî zagonên Navneteweyî yên têkildarî dewletên li ser sînorên herêmên şer û tundiyê ne, divê li gorî parastina giyana sivîlan be.
Di heman demê de ku Tirkiyeyê dibêje sînorê xwe diparêze, lê di rastiyê de bi sedan metreyan erdnîgariya Sûriyeyê li herêmên Rojava – Bakurê Sûriyeyê derbas kiriye, ji bilî ku rêxistinên terorîst jî ji xaka Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê dibin û ev yek jî bi awayekî belgekirî û diyar û di piraniya kanalên ragihandinê û tora tevna civakî de hatine weşandin.
Em wek Desteya Serokatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk di heman demê de ku kiryar û dijminahiya Tirkiyeyê li dijî gelê Sûriyeyê şermezar û protesto dikin, em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku yekser dest bi vekirina lêpirsîneke lezgîn li ser tawanên Tirkiyeyê bike û îlzam bike ku desthilatdarên Tirkiyeyê destdirêjiya di hundirê Sûriyeyê de bisekinîne û hêz û gulebarandina welatiyên sivîlên Sûriyeyê jî bide seknandin. Her wiha sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û tevahiya gelê Sûriyeyê re jî dixwazin û van tawanên derexlaqî şermezar dikin, em tekez dikin ku divê hemû alî ji bo binbirkirina rêxistinên terorîst û seknandina şer û çareserkirina aloziya Sûriyeyê li ser esas û bingeha siyasî di nava liv û tevgerê de bin.”