Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên bi Bakurê Kurdistanê re didomîne

Alîkariyên Heyva Sor a Kurdistanê ji bo deverên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine wêrankirin dewam dike.

Di çarçoveya kampanyaya alîkariyê de, Heyva Sor a Kurdistanê bi bihayê 700 hezar Euro û 30 hezar dolar alîkarî belav kir.

Der barê mijarê de Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da.

Li gorî daxuyaniyê bi rasthatina meha Ramezanê ji bo Gever, Şirnex, Nisêbîn, Cizîr, Sûr, Silopiya, Dêrik, Kerboran û Hezexê bi bihaye 460 hezar Euro ve 10 hezar paketên xwarinê hatin belavkirin.

Her wiha ji bo tamîrkirina xaniyên gelê Geverê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin rûxandin 240 hezar Euro û 30 hezar dolarê Kanadî hatin şandin.

Rêveberiya Heyva Sor bi bîr xist ku ji destpêka kampanya alîkariyê ve, di encama destekdayîna Kurdistaniyên li Ewropayê de 2 mîlyon û 421 hezar Euro, 60 hezar dolarên Kanadî û 40 hezar Frankên Swîsreyî alîkarî li herêmên hatine wêrankirin belav kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku alîkariyên hatine şandin bi rêya Meclîsên herêman li gel hatine belavkirin.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku fitre û zekatên xwe yên îsal ji bo Gever, Cizîr, Silopiya, Sûr, Kerboran, Şirnex, Nisêbîn û Hezexê bişînin.