Cerdevanên li Wanê: Dixwazin Kurdan bi destê Kurdan qetil bikin
Krîza nobedê ya navbera cerdevanan û yekîneyên leşkerî mezin dibe. Tê gotin, piştî îstifaya 18 cerdevanên li navçeya Wan Ebexê, dibe ku îstifayên nû bên kirin.
Krîza nobedê ya navbera cerdevanan û yekîneyên leşkerî mezin dibe. Tê gotin, piştî îstifaya 18 cerdevanên li navçeya Wan Ebexê, dibe ku îstifayên nû bên kirin.
Li Wanê, piştî şerê vê dawiyê giran bûye, dewleta Tirk dixwaze karên nû bi cerdevanan bide kirin. Yekîneyên leşkerî yên ji cerdevanan xwestin li cihên krîtîk nobedê bigirin, niha jî dixwazin cerdevan li refên herî pêş ên operasyonê cih bigirin.
BI AWAYEKÎ SERGIRTÎ GEF HAT XWARIN
Berî du rojan li Ebexê, bi tevlîbûna cerdevan û leşkeran civînek hat lidarxistin. Di vê civînê de, dîmenên qaşo serdegirtina gundan ku tê îdîakirin ji aliyê PKK'ê ve hatiye kirin, bi rêya sînevîzyonê hatin nîşandan.
Piştî nîşandana sînevîzyonê, payebilindên leşkerî axivîn û gotin, 'pêwîste di vê pêvajoya nû de cerdevan hîn bêhtir bi çalak tevbigerin'. Leşkeran dan xuyakirin, ku bi taybetî li herêmên bejahî pêwîstî bi cerdevanan heye û diyar kirin, cerdevanên vê wezîfeyê bi cih nînin, sûc dikin. Leşkeran bi awayekî sergirtî gef li cerdevanan xwarin.
Cerdevan li dijî van biryaran derketin. Li ser vê yekê krîz derket. Di vê kêliyê de, hin ji fermandarên leşkerî bi ser cerdevanan de kirin qareqar û gotin, "Dewletê bi salan we parast, bi trîlyonan pere da we. Ya ku hûn dikin nankorî ye."
TÊ PAYÎN ÎSTIFA ZÊDE BIBE
Li gelek navçeyên Wanê, cerdevan li nuqteyên leşkeriyê hatin bicihkirin. Bi taybetî li nuqteyên krîtîk hatine bicihkirin. Cerdevanên nerazîbûn nîşanî vê dan îstifa kirin. Tê payîn hejmara îstifayan di rojên pêş de zêdetir bibe.
'ME DIŞÎNIN MIRINÊ'
Cerdevanên li ser mijarê axivîn gotin, wan bi zanebûn dişînin mirinê. Cerdevanan diyar kirin, ew bi tenê ji parastina gundê xwe berpirsyar in û gotin, "Xuya ye dixwazin Kurdan bi destê Kurdan qetil bikin. Haya me ji vê heye."