BI DÎMEN

Balafirên şer ên Tirk careke din bombe li Zergelê barandin

Balafirên şer ên Tirk duh êvarê bombe li gundê Zergelê yê Qendîlê barandin, ku di 1'ê Tebaxa 2015'an de komkujî lê kiribûn.

Balafirên şer ên Tirk, duh êvarê saet di navbera 22:30-23:30 de bombe li geliyê Zergelê barandin.

Ji ber bomberdûmanê, xisareke mezin li xeta avê ya gundiyan û kaniya şivanan bû. Her wiha bi dehan dar jî şewitîn.

Ji ber vê êrîşa hewayî, gelek heywan telef bûn, hejmarek jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk di 1'ê Tebaxa 2015'an de bombe li gundê Zergelê barandibû û 8 sivîl qetil kiribû. Ji hingî ve bênavber bombeyan li gundê Qendîlê û derdora gundan dibarîne.

...