Avesta banga yekîtiyê li Êzidiyan kir

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, 6. kongreya TEVDA'yê li tevahiya civaka Êzidî pîroz kir û banga yekîtiyê li Êzidiyan kir.

Li ser navê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta peyamek nivîskî ji Kongreya TEVDA re şand. Avesta di peyama xwe de kongreya 6. li hemû delegeyan û Êzidîxanê pîroz kir.

Sozdar Avesta di destpêka peyama xwe de, kesên îro bûne sedema vê li hev kombûnê, yên Şengal parastin e û canê xwe feda kirine bibîr anî û soza şopandina rêya wan da. Avesta got, "Kîjan partî, alî, hêz dibe bila bibe, divê vê dema em tê de derbas dibin baş bibînin û li gorî vê demê yekîtiyê ava bikin û tekoşînê bilind bikin."

Avesta ragihand, civaka Êzidî yek ji wan civakan e ku li hemberî asîmîlasyon û êrîşên hêzên dagirker bi salan li ber xwe daye, gelê herî resen e û li hemberî 73 fermanan li ber xwe daye. Avesta got: "Tenê 73’ê ferman tên zanîn, lê em bawerin bi sedan ferman li ser gelê me yê Êzidî rabûye. Lê tevî hemû tiştan dev ji ax, hebûn, ol, baweriya xwe bernedaye. Di sedsala 21’an carek din dixwazin civak û gelên xwedî dîrok, çand, nirx û bawerî yên li Rojhilata Navîn tine bikin. Yek ji van gelan jî gelê Êzidixanê ye. Ji bo wê gotinek heye dibêjin; ji bo civakek were bêrûmet kirin, pêwîste êrîşê keç û jinên wan bikin. Ji bo civakek were tinekirin pêwîste jin û keçên wê werin tinekirin. Lewra jî di vê fermanê de êrîşê jin û keçên Êzidîxanê kirin."

Avesta destnîşan kir ku destdirêjî ne tenê li ser civaka Êzidî çêbû û got: "Ev destdirêjî li dijî tevahî gelê me çêbû. Ji bo wê Rêber APO dibêje ev destdirêjî li dijî me hemûyan hate kirin û ew keç keçên me, dayik û zarokên me hemûyan e. Kesên dibêjin em demokrat, azadîxwazin pêwîste van êrîşan weke êrîşên li hemberî xwe bibînin. Ev sê sal in li Rojava şer e, lê destdirêjî li hemberî keç û jinên wan nehat kirin. Ev 35 sal in li Bakurê Kurdistanê şerê çekdarî tê meşandin. Lê destdirêjî li jinan nedihat kirin. Lê jin û keçên me li wan deran hatin firotin."

Sozdar Avesta bal kişand ser 19 jinên Êzidî yên li Mûsilê hatin şewitandin û wiha axivî: "Ji bo ku civaka me Êzîdiyan carek din xwe komî ser hev neke, rêxistina xwe ava neke ev hovîtî kirin. Ji ber ku van jinan bê exlaqî, şerefa wan, fikirê wan qebûl nekirin, li ber çavê hemû cîhanê hatin şewitandin. Lê kesek Kurdistanê, yên dibêjin em Kurdistanî ne dengek ji xwe dernexist. Çima dengek dernexist û helwest nîşan nedan, ka ew çi dikin. Lê ji bo ku carek din Êzidî neyên naskirin û mafê xwe negirin, li pey Neteweyên Yekbûyî ketine. Ji bo ku projeyên heyî jî pûç bikin. Yên ku namûs û şerefa wan hebe divê li ser vê bifikire. Ji ber ku yê tê şewitandin ne tenê 19 jin in em hemû ne, rûmet, şeref, çand, dîrok û tevahî nirxên mirovahiya me hemû ya ne."

Avesta destnîşan kir, ji bo jinên hatine şewintandin li Ewropa xêr belav kirine û wiha got: "Ser çavan xêr tê belav kirin. Lê jin, zilam, ciwanên diçin vê xêrê, bila çekên xwe rakin û werin Êzidîxanê biparêzin. Bila kesek negirî, werin Şengalê. Ji bo wê qedera fermana 73’an hate guhertin. Eger di fermana 72 û yên berî wê de hêzek parastina Şengalê û Êzidxanê hebûya wê ferman 73’an pêk ne hatiba. Lê em hêza xwe çênekin wê fermanên bi serê me de werin. Ez vê bêjim; êdî ferman çênabin, di keda û xebata 2 salan a avakirina hêza Şengalê, sazî û rêxistina Êzidiyan de me ev dît. Fermana 73’an fermana dawî ye. Yan wê Êzidîxan bi ser bikeve yan jî wê Êzidixan bi dawî bibe. Ew Êzidiyên diçin Ewropa carek din nayê ser hemdê xwe yê kevin. Ji ber kesên niha li diçin Ewropa ji rastiya ol, baweriya xwe dûr ketine. DAIŞ bi şûr dixwaze Êzidiyan teslîm bigire, lê Ewropa jî bi lepikê nerm wan asîmile digire."

Avesta li ser yekbûna Êzidiyan jî got, "Divê PKK, YNK, Goran û hemû hêz û aliyên siyasî yekîtiya Êzidîxanê ava bikin û li ser nasnameya Êzidiyan bibin yek. Kesên ku yekîti û xêrxwaziya Êzidiyan dixwazin û dixwazin bibin yek, bila kerem bikin di kongreya TEVDA'yê de hema di vê kêliyê de hevpeyamana yekîtiyê ava bikin. Meclîsa Êzidiyan, Mala Êzidiyan, Hêza parastinê hemûyan gotin yekitîya Êzidiyan. Ka kî naxwaze bila bêje. Eger dibêjin partiyên siyasî, em weke Tevgera Apoyî, di vî warî de çi dikeve ser milê me em amade ne bikin û bikevin nava serferberiyê. Di serî de bila Êzidiyên di nava PDK’ê de werin. Çima nayê ji bo yektiya Êzidiyan ava nakin. Yan em ê bibin yek û yekitiyek ava bikin. Yan jî wekî gotinên pêşiyan dibêjin; Yan em ê bibin yek, yan em ê biçin yek bi yek."

Avesta bilêv kir ku hîna birîna civaka Êzidî  nû ye, piştî 2 mehan dikeve sala xwe ya 3 û wiha domand: "Hîna bi dehan gundên Êzidiyan ne hatine rizgar kirin. Ez bang li eşîr, bavik, hêz û aliyan dikim; werin em ê weke Tevgera Apoyî van gundan rizgar bikin. Lê bila ev eşîr, bavik û hwd werin biparêzin em ê teslîmê wan bikin bila gundên xwe biparêzin. Ka çima nayên, çima tevlî vê nabin. Yên ku vê yekîtiyê naxwazin nayên vê yekîtiyê. Em dibêjin werin yekîtiyê diçin li dijî Êzidiyan û yekîtiyê civînan çêdikin."

Avesta li ser xebat û karên TEVDA'yê jî axivî û got: "Pêwîste êdî TEVDA xwe hîn baştir bi rêxistin bike, ji gelê Êzidxanê re pêşengtî bike û civaka Êzidî perwerde bike. Eger saziyên din jî dixwazin yekîtiyê ava bikin bila kerem bikin werin em yekîtiyê bi TEVDA'yê re ava bikin. Lê eger nayên jî bila Meclîsa Avaker, Meclîsa Jinan, Ciwana, YBŞ û YJŞ’ê xebat û xurt bikin. Ji bo wê hinek hêzên xêrnexwaz û aliyên din dixwazin YBŞ/YJŞ’ê vala derbixin. Ji bo pûçkirina van hewldanan, divê TEVDA zêdetir bixebite."

Avesta bal kişand ser rapora ku Neteweyên Yekbûyî ya fermana êzidiyan wekî jenosîd qebûl dike û ev weke gaveke girîng dît. Avesta got, "Divê tevahî rêxistin û dezgeh têkoşîna xwe bilind bikin û ji bo ev jenosîd li qada navneteweyê bê qebûlkirin. Ji niha ve hin kesên para xwe di vê komkujiyê de hene qebûlkirin, ji bo xwe paqij derxînin nûnerên xwe rê kirin derve û dixwazin ve raporê berevajî bikin. Çûyîna qeymeqamê bandora xwe li ser Şengalê nîne, di vê çarçoveyê de ye. Ji bo qeymeqam di raporê de cihê ku gotiye Şervanên Azadiyê hatiye hewara Êzidiyan derxe ket nava hewldanan."

Avesta diyar kir ku pêwîste TEVDA bi awayek fermî bikeve nava tevgerê û bi hikûmeta navendî ya Iraqê re tevbigere. Avesta destnîşan kir, pêwîste êdî jin û ciwan jî di bin sîwana TEVDA de xwe rêxistin bikin û wiha domand: "Ew ciwan û jinên ku radijêhijn çekê û diçin çeperên pêş û cihê xwe di nava refên YBŞ/YJŞ’ê de digirin, zarokên diçin dibistanê ku rastiya xwe bixwînin û nas bikin, ev hemû ji bo me serbilindiye. Divê TEVDA guhertin û veguhertinê esas bigre. Li hemberî ferman 73'an TEVDA roleke xwe ya girîng leyist. Bi taybetî civaka Êzidî li çiyayê Şengalê girt. Berî her tiştî endamên TEVDA axa xwe parast û li gel şervanên azadiyê sekinî. Ev jî diyar dike ku TEVDA sekneke baş nîşan daye."

Avesta di dewama peyama xwe e got, "Kengî gelê me vegeriya û li Şengalê bi cih bû, yekîtiya xwe avakirin û wan mafê xwe girtin, kengî ji kesên hemberî gelê me sûc kiriye hesab were xwestin wê demê em dikarin bêjin me deynê xwe yê hemberî civaka xwe ya Êzidî daye" û wiha dewam kir: "Em nabêjin em ê ser gelê Êzidî desthilatdariya xwe ava bikin. Em soz didin Serok APO û gelê xwe derfetên ku di destê me de ne, ji bo ku têkoşîna azadiya gelê me em ê bilind bikin û ji bo ku gelê me vegerin axa xwe ya pîroz çi ji deste me were em ê bikin."

Avest di dawiyê de bang û rica ji gelê Êzidî kir ku fitne û nexweşiyê nexin nava gelê Êzidxanê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ez bang hemû pêşengên olî, baba Şêx, mala mîra û hemû gelê Êzidî ku ji bo yekitiya Êzidî rast û baş bixebitin. Her kes ji bo rastiya vî olî bixebite. Bi yekîtiyeke hevbeş û hevgirtineke mezin têkoşînê bilind bikin. Kongreya TEVDA di demeke wiha girîng de hat çêkirin. Li ser vê esasê em bang dikin hemû Ezidi bibin yek û axa xwe, ol a xwe, çanda xwe biparêzin û warê xwe neterikînin."