Cenazeyê şervanekî YPG'ê hat veşartin
Cenazeyê şevanê YPG'ê Ehmed Xidiro (Şoreş) li Efrînê hat veşartin.
Cenazeyê şevanê YPG'ê Ehmed Xidiro (Şoreş) li Efrînê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ehmed Xidiro (Şoreş) li Efrînê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Ji bo wergirtina cenazeyê Xidiro ku roja 23'ê Hezîranê ji ber nexweşiyekê jiyana xwe jid est da, bi sedan Efrînî li ber Nexweşxaneya Avrînê li hev civiyan.
Girseya gel piştî rakirina cenaze, bi konvoyek ji wesayîtan berê xwe da Goristana Şehîd Refîq a li navçeya Şera.
Li Şehîdgehê, leşkerên xweparastinê û şervanên Tabûra Jinê ya Şehîd Jiyan Ehres merasîmeke leşkerî pêk anîn.
Li dû merasîmê, li ser navê Rêveberiya Xweser, Saziya Malbatên Şehîdan, Desteya Parastinê û Ceyş El Siwar axaftin hat kirin.
Nûneran sersaxî ji malbat û xizmên şervanê azadî re xwestin û şervanên ji bo parastina sivîlan û axa xwe ji çeteyên DAIŞ'ê têdikoşin, silav kirin.
Piştî axaftinan Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê nasnameya şervanê YPG'ê Basil Silêman (Egîd Ezîz) ê ku sala 2013'an di berxwedana Çilaxa ya kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest da eşkere kirin. Sicîa her du têkoşeran ji aliyê Endamê Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk Sibhê Silêman ve hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Şoreş li ber dirûşmeyan spart axê.