KURDISTAN
Li Iraqê nîqaşên li ser entegrasyona komên çekdar dewam dike. Daxuyaniya 'Şengal wê di nava sê mehan de bikeve bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Iraqê' fikarên li ser Peymaneke nû ya 9'ê Cotmehê bi xwe re anî, ku îradeya Êzidiyan tine dihesibîne.
Gerîlayên Tevgera Apoyî Denîz Mêrdîn û Zafer Dutax diyar kirin ku ruhê berxwedana 14’ ê Tîrmehê 44 sal e bi rengekî geş dewam dike û û her ku biçe wê geş bibe.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok ragihand ku çalakiya şewitandina çekan a 11'ê Tîrmeha 2025'an sembola guherîna stratejîk e û diyar kir ku li gel sala di ser re derbas bû jî dewletê ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavên şênber neavêt.
Radestkirina belge û şahidiyên tewanê ji bo saziyên PDK’ê, weke metirsiyeke mezin a li ser destkarîkirina heqîqeta dîrokî û windakirina şopên berpirsiyariya fermanê tê nirxandin.
KCK’ê got, “Em dayika xwe Bahar bi rêzdarî, minet û hezkirin bi bîr tînin. Weke zarokên dayikek wiha em soza xwe dubare dikin ku bi berxwedan û biryardarî xeyalên wê pêk bînin.”
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Şewata li Cûdî berbelav dibe
Şewata li Çiyayê Cudî ya bi topên ku ji Fermandariya Qereqola Millî ya Gundikê Melê hatî avêtin derketibû, berbelav dibe.
-
-
-
-
DBP: Êrîşî hişmendiya me ya Xweseriya Demokratîk dikin
DBP’ê di encamnameya civîna hevşaredaran de got, "Li hemberî hişmendiya me ya xweseriya demokratîk û paradîgmaya me ya ekolojiya demokratîk û azadîxwaziya jinê ku xwe dispêre hêza xwe û modeleke alternatîf e ji bo rêveberiyên xwecihî, êrîş hene."
-
Partiya Êzidiyan PADÊ ava bû
Di kongreya 6. a TEVDA'yê de biryara partîbûyînê hat dayîn. Di çarçoveya vê biryarê de Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ava bû.
-
Li Minbicê 26 çete hatin kuştin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li aliyê bakur ê ber derê bajêr bi pêş de diçin. Hat ragihandin, di şerê li vir de 26 çete hatine kuştin.
-
Amedî ber bi Licê ve diherikin
Li hemberî êrîşên li Licê tên kirin û ji bo pêşîgirtina li komkujiyên gengaz, gelek kes weke mertalên zindî ji Amedê bi rê ketin.
-
-
-
-
Licê dîsa tê şewitandin...
Navçeya Licê, ji ber bomberdûmana bi helîkopteran tê kirin, bûye xeleke ji agir. Şewata li herêmê ji ber bomberdûmanê derketiye, kêlî bi kêlî mezin dibe. Welatî dixwazin vemirînin, lê leşkerên Tirk nahêlin.
-
Gelê Wanê wê qeyûm qebûl neke
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê nerazîbûn nîşanî guhertina qanûna li ser wezîfedarkirina qeyûm dan û diyar kirin, ew ê li dijî vê pêkanîna darbeya 12'ê Îlonê çalakiyên xwe yên demokratîk bidomînin.
-
-
'Xwe da ber zarokên Cizîrî'
Alî Firat Kalkan ê piştî îlana xwerêveberiyê çû Cizîrê û dest bi karê akademîk kir, yek ji kesên li jêrzemînan hat qetilkirin e. Alî Firat li dijî êrîşên li Cizîrê digot, 'divê tiştek bê kirin'. Bira û hevalê wî yê li dibistanê qala Alî Firat kirin.
-
Şehîdgeha Şehîd Dijwar a Hesekê
Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li Hesekê di sala 2013'an de ava bû û navê şehîdê destpêkê yê lê hat veşartin, lê hat kirin. Şervanê YPG'ê Rustem Hesekê yê di avakirina şehîdgehê de cih girt, qala çîroka vê şehîdgehê kir.
-
-
Li Şemzînanê şerên dijwar
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, gerîlayên HPG’ê li dijî bargeha leşkerî ya li mabeyna gundên Dola Tuyê û Harûna çalakiyek li dar xistin.
-
-
Operasyonên leşkerî hatin protestokirin
Operasyonên leşkerî û “Qedexeya derketina kolanan” a ku li navçeya Licê ya Amedê hatî îlankirin ji aliyê Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê ve hate protestokirin, bal hat kişandin ku operasyon welat ber bi zinar û tarîtiyê ve dibin.
-
Mertalên zindî yên ku hatibûn binçavkirin tînin Amedê
Kesên ji bo ku li dijî operasyonên artêşa Tirk a ku li Licêya Amedê dayî destpêkirin, dixwestin bibin mertalên zindî, hatibûn binçavkirin, bi armanca ku îfadeya wan were standin, wan dibin Şûbeya TEM’ê ya Amedê.
-