Li Minbicê 26 çete hatin kuştin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li aliyê bakur ê ber derê bajêr bi pêş de diçin. Hat ragihandin, di şerê li vir de 26 çete hatine kuştin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin, di roja 26. a Operasyona Fermandar Feysel Ebû Leyla de her bi pêş de diçin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, ji sibê zû û vir ve li bakurê Minbicê (rêya Minbic-Cerablûsê) di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Di vî şerê ku hê dewam dike de 26 çete hatin kuştin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên berê xwe dane navenda bajêr, her bi pêş de diçin.