BI DÎMEN

Gerîlayên HPG/YJA Starê: Rêbertî yekane navnîşan e ku dikare kaosa li Tirkiyeyê çareser bike

Gerîlayên HPG/YJA Starê diyar kirin ku armanca wan a herî mezin azadiya fîzîkî ya Rêbertiya wan e, wiha axivîn: “Wek mîlîtanên Apoyî, heta em azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe bi dest bixin, em ê şer bikin.”

Gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Mexmûrê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêşxistin nirxandin.

Gerîlayên HPG/YJA Starê diyar kirin ku armanca wan a herî mezin azadiya fîzîkî ya Rêbertiya wan e, wiha axivîn: “Wek mîlîtanên Apoyî, heta em azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe bi dest bixin, em ê şer bikin.”

‘EV TECRÎD DI ŞEXSÊ RÊBERTIYA ME DE LI DIJÎ TEVAHÎ GELÊ ME YE’

 

Gerîlaya YJA Starê Nûjîn Makû bi bîr xist ku ji 5 Nîsana 2015’an ve ti kesî bi Ocalan re hevdîtin pêk nanîne û wiha dewam kir: “Tecrîda li ser Rêbertiya me salek bihurand. Ev salek e em nikarin ti agahiyê ji Rêbertiya xwe wergirin. Ev tecrîd ne tenê li ser Rêbertiya me ye, li ser tevahî gelê Kurd û tevahî gelên bindest pêk tê. Di şexsê Rêbertiya me de hewl didin hêza gelê Kurd bişkînin. Lê, em hem wek tevger hem jî wek gel, pêvajoyeke ku em herî xurt û herî nêzî serkeftinê ne dijîn. Hêrs û azweriya me ya serkeftinê her tim beriya kîna me ye.”

Makû, destnîşan kir ku hedefa wan a esasî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wek gerîlayên YJA Starê, em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe hê zêdetir bikevin nav hewldanan. Em ê tiştên ji destê me tên zêdetir bikin. Û em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe pêk bînin. Armanca me ya destpêkê ev e. Ji bo vê jî bêyî rawestîn, em ê têkoşîn û şerê xwe pêş bixin.”

‘YEKANE ÇAVKANIYA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN LI ROJHILATA NAVÎN RÊBERTÎ YE’

 

Ji gerîlayên YJA Starê Hêvîdar Cûdî jî diyar kir ku ji bo bidawîbûna tecrîdê divê herî zêde jin bikevin nav hewldanan, wiha domand: “Pêvajoya niha em tê re derbas dibin, pêvajoyek gelekî bi zehmet e. Hem li dijî Rêbertiya me hem jî gelê me êrîş di asta herî zêde de ne.  Hema wek planek bi giştî tinekirina Kurdan heye. Lê, gelê Kurd bi berxwedana bêeman ve tevahî êrîş vala derxistin. Her li kû dibe bila bibe, serkeftin her tim a gelê Kurd e.” Cûdî got çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev gotin: “Ji ber vê jî sedema kaosa îro ji hevdîtinên qutbûyî yên Rêbertî ne qut in. Lê, Rêbertî dikare ji vê kaosê re bibe çareserî. Ji ber ku yekane çavkaniya çareseriya tevahî van pirsgirêkan, Rêbertiya me ye. Lewre divê Rêbertiyek wisa di nav gel de be. Ev tecrîd sûcekî mezin ê mirovahiyê ye. Bi taybet me jinan bi saya Rêbertiyê xwe nas kirin, ji ber vê jî em dixwazin Rêbertiyê li gel xwe bibînin.”

Cûdî bi lêv kir ku her kêlî bi Rêbertiya xwe re dijîn û wiha got: “Rêbertiya me tenê bi awayekî fîzîkî li Girava Îmraliyê ye. Wek fikir, fikra tevahî gerîlayan, gelê Kurd e. Rêbertî her kêlî bi me re ye, li gel me ye. Rêbertî hîskirin, jiyîn gelekî girîng e.” Cûdî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku îsal wê bibe sala azadiyê û ev gotin: “Bi taybet wek hêzên YJA Starê, hembêzkirina têkoşîna Rêbertiya me ku 40 sal in dide û azadiya Rêbertiya me ya fîzîkî hedefa me ya herî mezin e. Em ê îsal bigihêjin vê hedefê. Îsal wê bibe sala azadiya Rêbertiya me.”

‘TECRÎDA LI SER RÊBERTIYA ME SEDEMA ME YA HERÎ MEZIN A BERXWEDANÊ YE’

Gerîlayê HPG’ê Bawer Çewlik jî diyar kir ku sedema esasî ya girêka pirsgirêkên li Kurdistanê tecrîda li ser Rêberiya wan e û wiha pê de çû: “Niha bi hêsanî dikare bê dîtin ku sedema qetlîamên li Bakurê Kurdistanê, têkîldarî qutkirina hevdîtinên bi Rêbertiyê re ne. Îro wek qetlîmaên li Cizîr, Sûr, Nisêbînê, şer û kaosa heyî encamek vê tecrîdê ye.”

Çewlik axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe, em ê jî çi ji destê me tê bi zêdetirî pêk bînin. Ji ber vê jî ji bo em karibin di vê pêvajoyê de rolek hê aktîftir bilîzin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”