Kesên ji bo ku li dijî operasyonên artêşa Tirk a ku li Licêya Amedê dayî destpêkirin, dixwestin bibin mertalên zindî, hatibûn binçavkirin, bi armanca ku îfadeya wan were standin, wan dibin Şûbeya TEM’ê ya Amedê.
75 kesên ku li dijî operasyonên ku li hin gundên bi ser navçeyên Licê, Karaz û Hezroya Amedê bi ‘qedex’’yê re destpê kirî, dixwestin wekî mertalê zindî biçin herêma ku operasyon lê heyî, duh li ser rêya Licê hatibûn rawestîn û binavçkirin, ji bo ku îfadeya wan were standin, wan tînin Amedê.
75 kesên ku di nav wan de hevşaredar jî hebûn û duh ji hêla leşkeran ve hatibûn binçavkirin, ji duh ve piştî ku li Tabûra Komandoya ya Licê hatin sekinandin, îro li otobusan hatin siwarkirin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê kontrola wan a tenduristiyê hate kirin.
Piştî ku kontrola wan a tenduristiyê hate kirin, mertalên zindî li 3 otobusan hatin siwarkirin û ji bo ku îfadeya were standin ber bi Şûbeya TEM’ê ya Amedê ve birin.