Şewata li Cûdî berbelav dibe

Şewata li Çiyayê Cudî ya bi topên ku ji Fermandariya Qereqola Millî ya Gundikê Melê hatî avêtin derketibû, berbelav dibe.

Şewata li Çiyayê Cudî ya  bi topên ku ji Fermandariya Qereqola Millî ya Gundikê Melê hatî avêtin derketibû, berbelav dibe. Şewatê xwe gihand deverên bejahiya gundên Cifanê, Akêtê û Gundikê Remû û gelek rez û werz û baxçe da ber xwe.

Çeteyên Qesrê yên ku polîtîkayên xwe yên komkujiyê li ser Şirnexê didomînin, Çiyayê Cûdî bombebaran dikin. Rojên bihurî Çiyayê Cûdî ku bi balafirên şer hatibû bombebaran kirin vê carê jî ji Fermandariya Qeraqola Gundikê Melê bi topan Cûdî tê bombebarankirin. Di encama bombebarandin û topavêtinê de li Cûdiyê şewat derket. Şewata ku bi lezûbez mezin dibe xwe gihande gundên Cifan, Akêt û Remûyê.

Kesên ku ji ber sedema êrîşên komkujiyê yên neçar man ji Şirnexê derkevin û biçin gundên Cifan, Akêt û Gundikê Remûyê diyar kirin, şewat gihaştiye bax û baxçe, rez û werzên wan û gelek ziyan daye.

Leşkeran nahêlin gundiyên Cifan, Akêt û Remûyê biçin hawarê û êgir vemirînin.