Artêşa Tirk li Sêrtê jî daristanan dişewitîne
Daristanên Geliyê Seyfo yên li bejahiya Sêrtê, bi destê artêşa Tirk tên şewitandin
Daristanên Geliyê Seyfo yên li bejahiya Sêrtê, bi destê artêşa Tirk tên şewitandin
Li bejahiya Geliyê Seyfo yê bajarokê Ciwanîka Sêrtê şewat derket. Şêniyên herêmê gotin şewat bi destê leşkerên tirk hatiye derxistin. Şewat her ku diçe mezintir dibe.
Şaredariya Ciwanîka û ekîbên Midûriyeta Karûbarên Avê mudaxeleyî şewatê kirin. Şêniyên bajarok jî bi dildari bi hewarê ve çûn.
Ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Sêrtê jî anonsa teqwiyaye avê dike.