Licê dîsa tê şewitandin...

Navçeya Licê, ji ber bomberdûmana bi helîkopteran tê kirin, bûye xeleke ji agir. Şewata li herêmê ji ber bomberdûmanê derketiye, kêlî bi kêlî mezin dibe. Welatî dixwazin vemirînin, lê leşkerên Tirk nahêlin.

Li navçeya AMed Licê, ku di çarçoveya AKP'ê ya 'Têkbirinê' de derketina derve lê hatiye "qedexe"kirin û operasyona leşkerî hatiye destpêkirin, ev 3 roj in dewleta Tirk bi helîkopteran bombeyan dibarîne. Şewata ji ber vê bomberdûmanê derketiye dewam dike. Ev xeleka ji agir, di serî de li gundê Sisê li gelemperiya Licê belav dibe û mezin dibe. Hemû hewldanên ji bo vemirandina şewatê hatin kirin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin astengkirin.

Welatî dixwazin şewatê vemirînin, lê leşker nahêlin.