Gelê Wanê wê qeyûm qebûl neke
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê nerazîbûn nîşanî guhertina qanûna li ser wezîfedarkirina qeyûm dan û diyar kirin, ew ê li dijî vê pêkanîna darbeya 12'ê Îlonê çalakiyên xwe yên demokratîk bidomînin.
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê nerazîbûn nîşanî guhertina qanûna li ser wezîfedarkirina qeyûm dan û diyar kirin, ew ê li dijî vê pêkanîna darbeya 12'ê Îlonê çalakiyên xwe yên demokratîk bidomînin.
Şaredariyên li Wanê yên bi rêjeya ji sedî 70 heta 90'î hatin hilbijartin, bi gefa qeyûm a hikûmetê re rû bi rû ne. Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê dan xuyakirin, ku ev hewldan pêkanînek darbeyê ye.
Piştî daxuyaniyên rayedarên dewletê yên ji bo desteserkirina şaredariyên DBP'yî bi rêya qeyûm, di medya tora civakî de navên şaredariyên bi rêya qeyûm werin desteserkirin hatin eşkerekirin. Di nava van şaredariyan de navên Îpekyolû, Erdîş, Artemêtan û Qelqelî jî hene.
'HIKÛMET DIXWAZE DERBÊ LI VÎNA GEL BIXE'
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) parêzer Cemal Demîr destnîşan kir, ku hikûmeta li herêmê êdî ne rewa ye, ji bo xwe ji vê rêyê rizgar bike, hewl dide derbê li vîna gel bixe. Demîr got, "Wezîfedarkirina qeyûm wê bibe rêbazeke derbê. Tiştekî ku qeyûm bide gel nîne. Gel wê van kesên hatine wezîfedarkirin weke serokê şaredariyên xwe qebûl neke."
'REWABÛNA HIKÛMETÊ NEMA YE'
Cemal Demîr işaret bi helwesta dijminane ya desthilatdariya siyasî ya li hemberî şaredariyên DBP'yî kir û got, "Qeyûm gotinek ji hiqûqa medenî ye. Ji bo birêvebirina malê kes an jî saziyekê tê bikaranîn. Şaredariyên herêmê di kontroleke gelekî giran re derbas bûne. Lewma rênevebirin an jî rêvebirineke nebaş ji bo van şaredariyan derbas nabe. Her çend li hemberî hevşaredaran bi lêpirsînên bêbingeh doz hatin vekirin û ceza hatin birîn jî, şaredariyên xwe ti carî bê serok, bê rêveber nehiştine."
'WEZÎFEDARKIRINA QEYÛM RÊBAZEKE DARBEYÊ YE'
Demîr di dewama axaftina xwe de got, "Ev yek li hemberî şaredariya gel, sîstema hevserokatiyê û polîtîkayên rêveberiyên herêmî ya partiya herêman tê kirin. Qeyûmê bê wezîfedarkirin wê bibe rêveberiyeke darbeyê. Qeyûmekî ne ji nava Meclîs û rêveberiyê û yê bi personel re li hev neke, tiştekî nikare bide gel. Gel wê qeyûm weke serokê şaredariya xwe qebûl neke."
ÇEVDER: GEL WÊ VÊ QEBÛL NEKE
Serokê Van Çev-Derê Alî Kalçik jî got, "Di navbera darbeya 12'ê Îlonê û qeyûm de ti cudahî nîne. Vîna gel tine tê hesibandin. Destûra bingehîn tê binpêkirin. Niha rêveberiyeke ku ji aliyê gel ve weke vîna xwe tê dîtin heye. Zilm û pêkanînên faşîst ên bi hilbijartinê nikarîbûn pêk bînin, bi vê pêkanînê dikni. Bi pêkanînên antî demokratîk ve mafên mirovan ên derketina derve, dayîna daxuyaniyê ji destê wan digirin. Birêz Demîrtaş bang li rêxistinên civakî yên sivîl kir. Gel wê yên vîna gel tine hesibînin qebûl neke. Bêguman dîrok wê vê yekê nîşan bide. Yên cih û warên me xera dikin, bi her awayî dest li rêbaza jiyana me, şaredariyên me werdidin. Em ê li hemberî vê zextê li ber xwe bidin, nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin."
'SPARTEYEKE QANÛNÎ YA QEYÛM NÎNE'
Endamê Desteya Rûmetê ya ÎMO Şemsettîn Bakir got, "Sparteyeke qanûnî ya qeyûm nîne. Hûn dikarin li şîrketekê qeyûm wezîfedar bikin, lê hûn nikarin vê yekê li şaredariyan bikin. Li şaredariyan, rêveberên bi dengê gel hatin hilbijartin hene. Çawa ku nabe li Serokkomariyê qeyûm bê wezîfedarkirin, nabe li şaredariyan jî bê wezîfedarkirin. Dixwazin destûra bingehîn binpê bikin. Kê 'alîkarî dabe terorê' hûn dikarin der heqê wê/î de lêpirsînê, dozê vekin, lê nabe hûn qeyûm wezîfedar bikin. Rêveberiya şaredariyê ji aliyê gel ve hatiye diyarkirin. Dixwazin vîna gel talan bikin. Pêwîste nerazîbûnên demokratîk werin nîşandan."
'WÊ NIKARIBIN VÊ VEBÊJIN'
Aktîvîstê Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê Fatîh Şahîn got, "Berê beg dihatin wezîfedarkirini niha jî qeyûm tên wezîfedarkirin. Ev karekî li derveyî qanûnan e. Talankirina mafê gel e.
Qeyûm dikare li şîketan, li nava partî û sendîkayan bê wezîfedarkirin. Eger di navbera aliyan de lihevnekirinek hebe û dewlet pêwîstiyê pê bibîne dikare heta çareseriya pirsgirêkê kesekî sebixwe weke qeyûm wezîfedar bike. Lê nabe ev yek li hemberî şaredariyan bê kirin. Eger li hemberî şaredariyan bê kirin, ev yek wê were wateya xespê. Li zanîngehên taybet, nexweşxane, wargehan û şîrketan qeyûm hatin wezîfedarkirin. Rewş ewçend nepixandin, derketin derveyî qanûna qeyûm. Eger serokê şaredariyekê derketibe derveyî hiqûqê jî, nabe qeyûm li şûna wî bê wezîfedarkirin. Encumena Bajêr di nava xwe de yekê/yekî weke şaredar hildibijêre. Bi vê yekê ve dewlet dedikeve derveyî sîstema xwe. Nikarin vê vebêjin."