Partiya Êzidiyan PADÊ ava bû
Di kongreya 6. a TEVDA'yê de biryara partîbûyînê hat dayîn. Di çarçoveya vê biryarê de Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ava bû.
Di kongreya 6. a TEVDA'yê de biryara partîbûyînê hat dayîn. Di çarçoveya vê biryarê de Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ava bû.
Di kongreya Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (TEVDA) ya li navçeya Xanesor a Şengalê de, biryara damezrandina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) hat girtin.
Ji bo Serokatiya Giştî ya PADÊ Şêx Qehtan Elî Osman hat hilbijartin. Delal Hisên Xelef û Emer Salih jî weke alîkarên serok hatin hilbijartin. Di kongreyê de ji bo Meclîsa PADÊ 29 kes hatin hilbijartin.
Di kongreyê de her wiha komîteyên dîplomasî, ciwanan, aborî, rêxistinbûyîn, çand, jin, zarok û mafên mirovan hatin damezrandin û wê bi rêya van komîteyan xebatên PADÊ bên meşandin.