Ji Wanê ji bo AKP’ê peyam: Em rê nadin polîtîkayên faşîst

Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a Bajarê Wanê, şewitandina daristanên li Licê û bi qeyûman dagirkirina şaredariyan, bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de ku bi armanca protestokirina êrîşên li Licê û amadekariyên qeyûman ên ji bo dagirkirina şaredariya li parka Feqiyê Teyran hate lidarxistin, endamên Meclîsa DBP’ê Metîn Kûrtez, Berfîn Alev Taş, Mûrat Sarisaç, Wekîla Hevserokên DBP’ê ya Wanê Nazmiye Acar, Hevserokên HDP’ê yê Wanê Yakûp Ataş, Gulistan Orhan, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktivîstên KJA’yê, Nûnerên STO’yê û gel amade bû.

Endamê Meclîsa DBP’ê Metîn Kûtez daxuyaniya çapemeniyê xwend û wiha got: “Dewleta ku ev 40 sal in li ser erdnîgariya Kurd gund, bajarok û daristanên neşewitandine nehiştine, piştî pêvajoya aştiyê ya ku di 21’ê Adara 2013’an de ji aliyê Birêz Ocalan ve hatî destpêkirin û qasî 2 sal û nîvan dewam kir û şûn de dîsa vegeriya pêkanînên beriya 40 salan û ti encam negirtin.

EM RÊ NADIN POLÎTÎKAYÊN FAŞÎST

Kûtaz bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên li Licê dewam dikin û ev peyam da: “Dewlet bi operasyonên ku li derdora navçeya Licê ya Amedê,  qetlîamên nû dike hedef. Li vir banga me ew e ku qetlîamên li ser mirovên me û xwezaya me bi dawî bikin. Em rê nedin van polîtîkayên hişmendiya faşîst a ku dibêje ‘Kevir li ser kevir nahêlin’, ‘Yan wê serî bidin an serî dînin.’

Kûtaz di axaftinên xwe de têkildarî qeyûmên ji bo dagirkirina şaredariyên DBP’ê tên wezîfedarkirin jî wiha axivî: “AKP’ê di hilbijartina herêmî ya 30’ê Adara 2014’an û ya giştî a 7’ê Hezîrana 2015’an de li hember DBP û HDP’ê têkçûnek mezin dît. Niha jî hikûmet dixwaze vîna gel xesp bike. Hikûmeta AKP’ê destpêkê destlênedayîna parlementeran rakir, niha jî çav berdaye şaredariyên DBP’ê yên ku di hilbijartinên herêmî de bi dengekî ji sedî 90’an bi ser ketine. Li hember partiya me, serokên şaredariyên me kampanyayên lincê dane destpêkirin.”

AKP TENÊ KAOSÊ ZÊDE DIKE

Piştî Kûtaz, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan mafê axaftinê girt û wiha anî ziman: “AKP li şûna çareserkirina pirsgirêkê, kaosê mezin dike. Kaosê û bêçaretiyê hildiberîne. Em li vir hişyar dikin, vê nekin. Yên ku erkdar in ku van daristanan biparêzin, niha daristanan didin ber agir. Hûn nikarin van ji raya giştî û ji mêrûyên di nava wê axê de jî bibêjin. Dema daristanên Antalyayê dişewitin dibêjin; ‘Cigerê me şewitîn’, lê dema ku daristanên Licê dişewitin her kes bêdeng in. Ev e cudakarî. Hûn artêşa kê ne? Niha zeviyên genim dişewitînin. Armanc feqîrkirina wan kesan e ku dixwazin piştre bikin cerdevan. Em qet rê nadin vê yekê.”

 

...