Midûrê Daîreya Nifûsê ya Kerkûkê hat kuştin

Midûrê Giştî yê Daîreya Nifûsê ya Kerkûkê Hatîm Kerîm Hemedanî, duh bi şev di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.

Wesayîta Midûrê Giştî yê Daîreya Nifûsê ya Kerkûkê Hatîm Kerîm Hemedanî, duh bi şev saet di 23:30 de li nêzî xeraja Bexdayê ya li taax Hemzelî bû hedefa êrîşeke çekdarî. Di dema êrîşê de hevjîn û kurê Hemedanî jî di wesayîtê de bûn. Hemedanî yê di vê êrîşê de bi giranî birîndar bû, li ser rêya nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Hevjîn û kurê Hemedanî yên di dema êrîşê de li cem bûn, bi saxî filitîn.

Li ser bûyerê, lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin. Çavkaniyên ewlekariyê heta niha li ser êrîşê ti daxuyanî nedane.

...