Amedî ber bi Licê ve diherikin

Li hemberî êrîşên li Licê tên kirin û ji bo pêşîgirtina li komkujiyên gengaz, gelek kes weke mertalên zindî ji Amedê bi rê ketin.

Bi sedan Amedî, ji bo pêşî li komkujiyên gengaz ên di dema êrîş û bomberdûmana artêşa Tirk a li Licê bigirin, li pêşiya avahiyên KCD û DBP'ê li hev kom bûn û weke mertalên zindî ji Amedê bi rê ketin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp, Nûrsel Aydogan, rêveberên bajaran û endamên Meclîsên KCD, DBP, HDP'ê , Dayikên Aştiyê û saziyên civaka sivîl ên li ber avahiyan li hev kom bûn, bi konvoyekê bi rê ketin.

Nûrsel Aydogan beriya bi rê ketinê axivî û destnîşan kir ku ew van operasyonan qebûl nakin. Aydogan got, "Em ê nehêlin gelê me ji xaniyên xwe bên derxistin û bombe li ser wan bên barandin. Ji ber vê yekê em ê biçin Licê. Em bang li her kesî dikin ku dengê xwe bilind bikin û werin Licê."