BI DÎMEN

Li Xelfetî û Bêrecûkê çalakiyên ji bo Licê

Operasyona artêşa Tirk a li bejahiya Licê, li navçeyên Xelfetî û Bêrecûk ên Rihayê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de ji bo Licê banga xwedîderketinê hat kirin.

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, endamên HDP, DBP ên navçeyê û pêkhateyên KJA'yê, li hemberî êrîşên artêşa Tirk ên li Licê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Girseya gel, ku Hevşardarên Xelfetiyê û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de bûn, bi vê armancê li parka 4 Nîsanê li hev civiyan. Hevserokê DBP'ê yê Xelfetiyê Hasan Akhan li ser navê saziyan daxuyanî da û işaret bi xeteriya komkujiyê ya li ser gelê herêmê ye kir. Akhan diyar kir, di vê meha Remezanê de polîtîkayên înkar tinekirin, zext, bêdengkirin û şîdetê derketine asta herî bilind.

'EM XWEDÎ LI BAJARÊN XWE DERKEVIN'

Akhan bal kişand ser zêdebûna pêkanînên antî demokratîk ên rejîma AKP/Qesrê û got, "Qanûna destnedanê ya ji bo leşkeran hatiye amadekirin, wê nikaribin cînayetên tên kirin binixumîne. Xwedîderketina li Hûşît Kulter ê hewl tê dayîn di binê çavan de bê windakirin, xwedîderketina li bajarên me yên hatine xerakirin û şewitandin, erk û wezîfeya me ye. Me gelek êş û zextên; valakirina gundan, windakirina di binê çavan de, kuştinên kiryar nediyar dîtin. Zalimiya îro tê kirin, ji ya hingî gelekî zêdetir e. Hemû nirxên gerdûnî li pêş çavên tevahiya cîhanê tine tên hesibandin. Ji wan heye ku bi xerakirin, şewitandin, kuştin û girtinê wê karibin vî gelî bêdeng bikin. Lê xwe dixapînin. Wê nikaribin bi rêya qeyûm vîna me ya hatiye hilbijartin tine bihesibînin. Bi zext û zordariyê wê nikaribin daxwazên rewa û mafdar ên gelê Kurd tine bihesibînin."

'EM Ê LI HEMBERÎ NEHEQIYÊ BÊDENG NEMÎNIN'

Akhan bibîr xist, piştî talan û dorpêçiya bi heman a li bajarên Kurdistanê, ji 20'ê Hezîranê û vir ve li bejahiya Licê ji aliyê zêdeyî 10 hezar leşker, tank, top, bi dehan balafirên şer operasyon û êrîş tên kirin.

Akhan diyar kir, hewl tê dayîn erdnîgariya Kurdistanê, cih û warên sivîlan bên wêrankirin û got, "Bi dehan mirovên me hatine binçavkirin. Em ê li hemberî ti neheqiyê bêdeng nemînin. Ji bo pêşî li vê polîtîkaya hilweşîner a AKP'ê were girtin, em bang li tevahiya gelê xwe û hêzên demokratîk dikin, ku xwedî li Licê derkevin, li hemberî plana AKP'ê ya ji bo têkbirinê, berxwedana xwe ya demokratîk bilind bikin."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

Li navçeya Bêrecûkê jî DBP, HDP û pêkhateyên KJA'yê bi heman armancê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de li dijî konsepta şer a AKP/Qesrê, banga xwedîderketina li Licê hat kirin.

...