NÛ BÛ

Li ser rêya Minbic-Cerablûsê şer giran e

Di roja 26. a pêngava rizgarkirina Minbicê de li ser rêya Minbic-Cerablûsê ku li bakurê bajêr e şerekî dijwar diqewime.

Di roja 26. a pêngava rizgarkirina Minbicê de li bakurê ber derê bajêr şerekî dijwar diqewime.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di çarçoveya operasyona Fermandar Feysel Ebû Leyla de ku di roja 26. de ye, bi rengekî serketî gav bi gav ber bi navenda Minbicê ve bi pêş de diçin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, li bakurê bajêr, li ser rêya Minbic-Cerablûsê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Li aliyê din, derket holê ku herêmeke daristanî ya ji 7 kîlometreyan a li eniya başûr, ku beriya niha ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatibû rizgarkirin, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi mayînan hatiye dagirtin.