Şervana MLKP'ê Raperîn Dîcle di operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest da
MLKP Rojava ragihand, şervana wan Sevda Çagdaş bi nasnav Raperîn Dîcle, di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest daye.
MLKP Rojava ragihand, şervana wan Sevda Çagdaş bi nasnav Raperîn Dîcle, di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest daye.
Rêxistina Rojava ya Partiya Marksîst Lenînîst û Komunîst (MLKP-ROJAVA) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, şervana wan Sevda Çagdaş (Raperîn Dîcle) di Pêngava Fermandar Ebû Feysel Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Çagdaş beriya niha bi salekê tevlî nava refên MLKP Rojava bûye û di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de di eniyên herî pêş de cih girtiye.
Daxuyaniya ku ji aliyê MLKP Rojava hatiye dayîn wiha bi dawî bû: "Ala azadî û sosyalîzmê wê di hemû eniyên me de bilind bibe. Ev soza me ya ji bo hevrêya me Raperîn û hemû şehîdên me ye. Raperîn Dîcle namir e."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şervana MLKP Rojava ya di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest daye, bi vî rengî ye:
Nasnav: Raperîn Dîcle
Nav paşnav: Sevda Çagdaş
Navê dayikê: Fatma
Navê bav: Halîl
Cihê ji dayikbûnê: Sêwas/Hafîk
Dema ji dayikbûnê: 20'ê Nîsana 1987
Hatina Rojava: Hezîrana 2015
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Hezîrana 2016/Minbic