KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li dijî wesayîta zirxî çalakiya bi roketan
Li Wanê, li hemberî wesayîteke zirxî bi roketan çalakiyek hat lidarxistin. Di encamê de wesayît îmha bû. Li ser hejmara mirî û birîndaran agahî bi dest neket. -
'Em gelê xwe dibin qadên azad'
Minbiciyên ji çeteyên DAIŞ'ê direvin, diherikin qadên ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatine azadkirin. Şervan sivîlan dibin cihên ewle. -
'Qeyûm wê pirsgirêkê girantir bike'
Nûnerên saziyan, hewldanên desthilatdariya AKP'ê yên desteserkriina Şaredariyên DBP'yî bi rêya qeyûm nirxandin û gotin, qeyûmên bên wezîfedarkirin wê ji aliyê gel ve neyên qebûlkirin. -
Leşkerên Tirk ciwanekî din ê ji binxetê qetil kir
Leşkerên Tirk li ser sînorê di navbera Kantona Kobanê û Bakurê Kurdistanê de ciwanê bi navê Mislim Osman Alaedîn ê 23 salî qetil kir. -
Şervanên Minbicê ketin Navenda Trafîkê
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li taxa El-Hezawîn pêşdeçûyina xwe dewam kirin, ketin Navenda Trafîkê ya ku du tunelên veşartî yên digihêje heta Sawama, lê ne. -
Bi fitarê re çeteyên SÛK’ê êrîş kirin: 12 welati bi giranî birîndar in
Hate diyarkirin ku çend kêlî beriya fitarê, saet 19.30’an komên girêdayî qaşo ‘Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê’ êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê kirin, 12 welatî bi giranî birîndar kirine ku 6 jê zarok in û ev êrîş hê jî didomin. -
Li Amedê ji bo Licê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin
Li navenda Amedê ji bo protestokirina operasyonên qirkirinê yên ku li Licê dewam dikin, çalakiya rûniştinê ya 3 rojan hate destpêkirin. -
Ji bo Hevşaredara Dihê ya ji wezîfeyê hatiye kirin çalakiya protestoyî
Ji bo Hevşaredara Dihê ya Partiya Herêman a Demokratîk Eda Kîlîs ku ji wezîfeyê hate kirin, li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek çapameniyê hate dayîn. -
YPG: Êrîşên komên çete yên di bin banê Koalîsyona Sûriyeyê de berdewam in
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî êrîşên komên çete yên bi ser şervanên wan de agahî da û got bi tevahî 3 çete hatine kuştin. -
YPG: Artêşa Tirk 12 hemwelatî birîndar kirin û 1 hemwelatî şehîd ket
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî der heqê êrîşên dewleta Tirk de daxuyanî da û got,12 sivîl birîndar bûne û zarokek şehîd ketiye. -
QSD: Balafireke keşfê ya çeteyên DAÎŞ’ê hate xistin
Navenda çapemeniya QSD’ê daxuyand, 28’ê Hezîranê piştî nîvroyê şervanên wan li gundê Qedriyê balafireke keşfê ya çeteyên DAÎŞ’ê xistine. -
Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê: Li Kurdistanê jiyanê dişewitînin
Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê bertek nîşanî komkujiyên li Kurdistanê da û got: ‘’Ev şewat ne ji wan şewat in ku ji ber xwe ve derdikevin, bi zanebûn, bi bikaranîna çekan bi mbesta talankirina xwezayê ev şewat derdikevin û şewatên polîtîk in.’’ -
Li Dêrikê li hember leşkeran çalakî
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê dema derbasbûna wesayîta leşkeran de çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. -
Polîsan 20 cenazeyên din jî bi korsanî defin kirin
Li Şirnexê cenazeyê 20 kesên ku di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabûn û nasnameyên wan nehatin diyarkirin, ji aliyê polîsan ve bi korsanî hatin definkirin. -
Li hember Qereqola Guzelsû ya Payîzavayê çalakî
HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyê de ku li hember Qereqola Jendermeyan a Gûzelsû ya navçeya Payîzavaya Wanê hate lidarxistin, kule, nîzamiye, kîrpî, akrep û tank hatIn îmhakirin. Diyar kir ku ziyanek mezin gihiştiye avahiya ku 150 leşker lê bûn. -
Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federal, encamên civîna xwe eşkere kir
Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, ji bo rewşa herî dawî ya Lihevhatina Civakî ya Sîstema Federal li Dêrikê 27-28’ê Hezîranê civîna asayî li dar xistibû. -
Rojava êrîşên Tirkiye yên li hember sivîlan şermezar kir
Koordînasyona Giştî ya Kontonên Rojava, êrîşên lerkerên Tirk ên li ser Girê Spî ku rasterast sivîl kirin hedef lenet kirin. Koordînasyonê, bang li derdorên navneteweyî kirin. -
Leşkerên Tirk zarokê 10 salî qetil kirin
Ji ber êrîşa leşkerên Tirk a li hemberî rojhilatê Girê Spî, zarokekî 10 salî jiyana xwe ji dest da. -
Wezareta Karên Hundir Hevşaredar Kaya ji wezîfeyê girt
Wezareta Karên Hundir a AKP'yî, Hevşaredarê Kercewsê Abdulkerîm Kaya ji wezîfeyê girt. -
Şervanên Minbicî mal bi mal, kolan bi kolan bi pêş ve diçin
Li başûrê bajarê Minbicê, di navbear şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Şervan mal bi mal, kolan bi kolan bi peş ve diçin. -
PKK: Zîlan nîşaneya rabûna li ber nokeriyê ye
PKK: Rêbaza Zîlan rêbaza rabûna li ber teslîmiyet, xiyanet û nokeriyê ye, bi ser xistina rêbaza Bêrîtanê ye ku ji bo jina Kurd bûye sembol. -
Di êrîşa Girê Spî de birîndarekî din jiyana xwe ji dest da
Di êrîşa bombeyî ya li Girê Spî de birîndarekî din jiyana xwe ji dest da. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 8. -
Li Minbicê şerekî dijwar diqewime
Li xaçerêya El-Metahîn a Minbicê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û komên çeteyên DAIŞ'ê de şerekî tund diqewime. -
Hejmara mirovên li Girê Spî jiyana xwe ji dest dan zêde bû
Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, hejmara mirovên di êrîşa xwekujî ya bi wesayîta bombebarkirî hat kirin de jiyana xwe ji dest dan, zêde bû. Di êrîşê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn. -
Leşkerên Tirk dest datînin ser xwarina gundiyên Licê
Êrîşên dewleta Tirk ên li herêma Licê dewam dikin. Hêzên dewleta Tirk, tevî êrîşan her wiha dest datînin ser erzaqê welatiyan û bi îdîaya "hûnê bibin ji terorîstan re" nahêlin, gundî erzaqê bibin gund.