Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federal, encamên civîna xwe eşkere kir

Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, ji bo rewşa herî dawî ya Lihevhatina Civakî ya Sîstema Federal li Dêrikê 27-28’ê Hezîranê civîna asayî li dar xistibû.

Meclîsa Damezrêner, têkildarî rewşa dawî ya Lihevkirina Civakî ya Sîstema Federal daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku beşekî mezin a vîna gel dide xuyakirin ku avakirina sîstema federal girîng e, her wiha li hember êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Rojava jî bertek nîşan dan. Di daxuyaniyê de banga lezgîn a alîkariyê jî kir.

Meclîsa Damezrêner a Sîstema Ferderal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, ji bo rewşa herî dawî ya Lihevhatina Civakî ya Sîstema Federal li Dêrikê 27-28’ê Hezîranê civîna asayî li dar xistibû.

Di daxuyaniya berfireh de têkildrî encamên civînê ev agahî hatin parvekirin:

 “Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezirîner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê civîna xwe ya asayî di 27’ê Hezîranê bi beşdarbûna piraniya endaman li dar xist. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan hate destpêkirin. Di civînê de raporên komîteyan hatin nîqaşkirin. Di civîna ku 2 rojan dom kir de reşnivîsa Hevpeymana Civakî ku ji aliyê komîteyê ve hatiye amadekirin hate nîqaşkirin.

Di civînê de her wiha rewşa siyasî ya Sûriyê û herêmê hate nirxandin. Civînê opersyona rizgarkirina minbicê ku bi awaykeî kordînekirî bi hevpeymana navdelwetî re hatiye kirin wekî gaveke dîrokî ku dê hevsengeyên di herêmê de bigire hate nirxandin. Ev yek bi teybet bi qutkirina riyên piştigiryê ya çeteyan bi encamp bû. Ev yek dê hevsengeyên siyasî yên li herêmê bighere. Ji ber vê yekê em dibînin ku dewleta Tirkê tevlî ku endamek di Natoyê de ye jî li dijî opersyona rizgarkirina Minbicê derdikeve. Lê belî kiryarên wan li ser hemû astan û têkiliya wan bi DAIŞ’ê re diyar e, ji ber wê dijbertiya rizgarkirina Minbic û herêmên Şehbayê dike. Bi vê yekê wê sînorê Tirkiyê bi DAIŞ’ê re vekirî bimîne.

 ‘GEL BI VÎNEK MEZIN SÎSTEMA FEDERAL AVA DIKE’

Tirkiyê bê navber dixwaze hêzên QSD’ê û YPG’ê wekî teroist bi nav bike. Ev yek di serî de ji ber dijbertiya wê ya bi gelê kurd re tê, li hêzên QSD’ê ku tekane hêza li dijî çeteyên DIAŞ’ê pêşketineke mezin bi dest dixin derdikevin û bi israr li dijî rizgarkirina herêmê derdiekvein û di Rojava de destwerdanê dike. Gelê Rojava bi vîneke mezin dê sîstema xwe ya fedraliya demokratîk ava bike û dê bernaberî êrîşan bê deng nemîne û wê parstina xwe bernaberî hemû cûreyên êrîşan bike.

Çeteyên DAIŞ’ê beranberî têkçûnên xwe li herêmên Şehbayê û bi teybet êrîşî gundên kurdan ên li Babê dikin. Zilaman bi dare zorê dibin eniyên şer ên li derdora Minicê û welatiyên sivîl wekî mertal ji bo parstina sivîlan bi kar tînin. Beranberî êrîşên ku li dijî gelê me têne kirin û koçberkirina bi hezaran pêwîste ji bo rizgarkirina herêmê lez bê kirin û xebat bêne zêdekirin. Bi rizgarkirina van herêman dê aramî pêk were. Pêwîste QSD’ê banga welatiyan pêk bîne û herêmên wan ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Pêwîste hevpeymana navdewletî jî piştigirya şêniyên wan herêman bikin.

ÎRAN,PDK Û RÛSYA LI GEL DYE JÎ HATIN GOTÛBÊJKIRIN

Li aliyê din jî di civînê de hewldanên Îranê ên ji bo Îran û Tirkiyê nêzîkî hev bêne kirin hate nirxandin. Ev gava Îranê piştî ragîhandina xebatên Fedraliya Demorkat a li Bakurê Sûriyê pêk hatine. Di riya Cezair di navber Tirkiyê û rêjîma Sûriyê de hevdîtin pêk hatin. Ev yek niyeta dijbertiya demokrasîbûnê ya Tirkiyê, Îran û rêjîmê de hatine kirin, ew naxwazin li herêmê guhertin pêk were. Diyare ku haye PDK’ê jî ji van pîlan heye, ev yek ji ber dema nû xebatên fedraliyê hatin meşanin PDK’ê embargo li ser herêmê zêde kiriye.

Rûsiya û Amerîka heta niha nikarin aloziya li Sûriyê çareser bikin. Ezmûnên berê diyar kirine ku çi pirojeyan destnîşan dikin bê nerîna gel pêk tînin û vîna gel di wan pîlanan de nîne û ji ber vê yekê hemû pîlan û pirojeyên wan têk diçin.

Destnîşankirina riyên çareserkirkirina ji derve û hevdîtinên di navbera rêjîmê û opozisyonê tenê çareserkirinê bi xwe re naynin. Ya rast ew e ku hevdîtin di navbera hemû aliyên opozisyonê re bêne kirin, bi awayekî erênî û nîqaşkirina rêbazên çareserkirinê ku hatine pêşniyarkirin û berjewendiyên gelê Sûriyê biparêze. Diyar bû ye ku Sîstema Federaliya Demokratîk baştirîn rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Dûrxistina hin aliyan ji riyên çareserkirina aloziyê kûrtir dike û dibe sedema êşên zehmet ji gelê me re.

BANGA LEZGÎN A ALÎKARIYÊ

Rojane pêla koçberiya ber bi Efrînê ve zêde dibe, welatî ji Reqa û Dêra Zorê jî berê xwe didin Kobanê û Cizîrê. Ev yek diyar dike ku ev herêmên aram in, ji ber vê yekê welatî berê xwe didin wan herêman. Bê guman ev yek baştire ku berê xwe bidin welatên cîran. Em bang li hemû hêzên navdewletî û rêxistinên mefê mirovan dikin ku bi lez alîkariyê bidin Rêveberiya xweser da ku pêdiviyên koçberan pêk bînin.

Di civînê de pîlana kar a dema pêş û şandina reşnivîsa Hevpeymana Civakî ji partî û pêkhateyên herêmê re, he wiha li darxistina civînan ji gel û amadekariyên lidarxisitna civînên Meclîsa Damezirîner a demên pêş. Hemû xwebatên bêne kirin dê li ser malpera Fedraliyê ya Fermî bêne weşandin.”