BI DÎMEN

Şervanên Minbicî mal bi mal, kolan bi kolan bi pêş ve diçin

Li başûrê bajarê Minbicê, di navbear şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Şervan mal bi mal, kolan bi kolan bi peş ve diçin.

Operasyona Meclîsa Leşkerî ya Minbicê  ya bi navê 'ehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla, ku ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê tê meşandin, di roja xwe ya 29. de ye. Li başûrê Minbicê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî  ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Şer li nava malan, li nava kolanan diqewime.

Şer li kolanên, 250 metreyan dûrê depoyên genim ên çend roj berê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatibûn rizgarkirin, giran bûye.

Balafirên şer ên koalîsyonê jî bombeyan li cihên çete lê bi cih bûne dibarînin. Balafirên şer duh bi şev malek û depoyeke cebilxaneyan a çeteyan bombe kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên derbên giran ji şervanan dixwin, duh bi şev hewl dan bi du wesayîtên bombebarkirî êrîş bikin. Ev hewldana êrîşê ji aliyê şervanan ve hat pûçkirin.

Li rojhilat û rojavayê bajêr, şerê navbear şervanan û çeteyên DAIŞ'ê, dewam dike. Ji ber ku çeteyan gelek mayîn li derdorê bi cih kirine, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi rengekî hay ji xwe heyî, bi pêş ve diçin.