Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê: Li Kurdistanê jiyanê dişewitînin

Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê bertek nîşanî komkujiyên li Kurdistanê da û got: ‘’Ev şewat ne ji wan şewat in ku ji ber xwe ve derdikevin, bi zanebûn, bi bikaranîna çekan bi mbesta talankirina xwezayê ev şewat derdikevin û şewatên polîtîk in.’’

Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Gel a Demokratîk (HDK) li hemberî komkujiya xwezayê ya ku bi destê AKP/Qesrê li Kurdistanê pêk tê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin di êrîşên komkuj de zindî tên kuştin û li qadên jiyanê planên rantxweriyê têne kirin û bi berdewamî hate gotin: ‘’Havîna 2015’an li Licê û Dersîmê û gelek deverên din ên Kurdistanê, li deverên bejî em bûne şahidê şewata gund û daristanan. Me dît ku li gel mirovan qadên jiyanê yên hemû zindiyan tê hedefkirin. Şopên ku piştre çûyin xweliyên dexlan, qaqûtên darên fêkiyan ku di dema koça bi darê zorê de bi berhevkariya xwe çandibûn, berxwedana rezên sedsalî ku li gel mirovan bibûn şahidên bi sedan komkujiyan û şopên xilt zindiyên din me dîtin û me bihîst kesên ku xwestin şewatê bitemirînin hatine astengkirin û li wan gule hatine reşandin. Piştre diyar bû, qadên ku li Cizîrê hatine şewitandin bi santralên termîk û qadên ku li Amedê hatine şewitandin jî bi qadên rezervên gazê re li hev tên. Li ser bejahiyê me dît ku şer ji bo civandina sermiyanê wekî amûrekî tê bikaranîn.’’

’DARISTAN Û DEXL TÊNE ŞEWITANDIN’

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ev tişt di salên 1990’î de pêk hatibûn: ‘’Û vê havînê, ji serê Hezîrana 2016’ê ve em dîsa şahidiyê ji heman sahneyan re dikin. Ji Hezîrana 2016’an ve gund, daristan, çiya bi balafirên şer, helîkopter û top û obusan têne bombekirin. Li Licê, Farqîn, Pasûr, Gabar, Sêrt, Şemzînan, Kerboran bi bombekirinên dewletê û topên obusan têne şewitandin. Li gundan qedexeya derketinê tê ragihandin, ne ku tenê nahêlin mirov biçin ser dexlên xwe ,her wiha dexlên wan jî dişewitînin. Dixwazin  rikdarî û berxwedana gel ku li gel hemû pêkutiyên polîtîkayên şer û neolîberal bi nav û nîşana xwe li gundên xwe bijîn û debara xwe bi çandiniyê bikin, bişkînin. Û nahêlin em, ên ku ji qadên şewatê dûr, nûnerên saziyan ku ji pişt çiyayan li dûxanê dinerin û gelê xwecih, bi hinceta herêmên ewlekariya taybet, di serî de Licê,têkevin cihê ku xistine dorpêçê de. Lê wekî her carê em dibînin ku hin xebatkarên medyayê di bin navê ‘’Planê Têkbirinê’’ de xebata qanîkirina komkujiyê dikin, li herêmê dibînin.

 ‘ŞEWATÊN POLÎTÎK’

’Ev şewat ne ji wan şewat in ku ji ber xwe ve derdikevin, bi zanebûn, bi bikaranîna çekan bi mebesta talankirina xwezayê ev şewat derdikevin û şewatên polîtîk in û asteng dikin xweza xwe nû bike. Dixwazin mirovên ku bi rikdarî li Kurdistanê çandiniyê dikin bikujin û bi tunekirina qadên jiyanê dixwazin wan ji warê wan bikin.’’

Meclîs Ekolojiyê di daxuyaniiyê de rê da van gotinan: ‘’Em, ên ku têkoşîna ekolojiyê didin baş pê dizanin ku mirov parçeyek ji ekosîstemê ne û li vir hedef ne tenê mirov hemû zindî ne. Şewatên ku li Tirkiyê ji bo rantê û li Kurdistanê şewata hem ji bo şer û hem jî ji bo rantê hevsenga xwezayê xira dike. Ji van şewatan a ku derdikeve ne tenê dûxaneke reşe e di heman demê de ev şewat komkujiya civak û xwezayê ye, daxwaza koçkirina gel û tunekirina wê û tunekirina jiyanê bi xwe ye.’’